Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryarên DMMEyê bên cîbicîkirin û girtî bên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, piştî serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş a li Girtîgeha Edirneyê, daxuyaniyek dan. Hevserokan bang kirin ku ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê, gava herî girîng û lezgîn, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdana Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên Doza Kobanê ye.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 19ê Cotmehê serdana Selahattîn Demîrtaş kirin ku ev 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye. Piştî hevdîtinê, herdu hevserokan li pêşiya girtîgehê ji çapemeniyê re axivîn û bal kişandin ser nehiqûqiya ku didome.

Hatîmogûllari: Divê biryarên DMMEyê bên cîbicîkirin

Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de diyar kir, hêviya Demîrtaş û siyasetmedarên din ên girtî ji bo aştiyê xurt e. Herwiha da zanîn, bi operasyona 4ê Mijdarê re Tirkiye ketiye pêvajoyeke tarî û tevî ku Daîreya Mezin a DMMEyê biryara berdana wan daye jî, ew bi awayekî derqanûnî girtî tên ragirtin.

Hatîmogûllari got: “Tu bingeheke hiqûqî ya vê yekê nîne. Yasa û destûra bingehîn tê binpêkirin. Pêkanîna biryarên DMMEyê ji bo pêvajoya heyî gava herî girîng e. Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên ji Doza Kobanê demildest bên berdan.”

Hatîmogûllari peyama Demîrtaş jî ragihand û got: “Birêz Demîrtaş got, ‘Ji bo pêvajo bitendurist bimeşe, divê gav bên avêtin û pêvajoya çêkirina yasayan bilez bibe.’ Berdana hevalên me dê ji bo avakirina aştiya civakî jî gelek sûdmend be.”

Bakirhan: Cihê hevalên me ne girtîgeh e

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî rewşa girtî ya siyasetmedaran wekî nayê qebûlkirin bi nav kir û pirsî: “Em di pêvajoyeke nû de ne. Heta ku kesên bêsûc 10 sal in girtî ne, neyên berdan, dê gel çawa ji vê pêvajoyê bawer bike?”

Bakirhan tekez kir ku cihê siyasetmedaran ne girtîgeh û hucre ne, lê li cem gel e û wiha axivî: “Ji bo civakîbûna aştiyê divê ew bên berdan. Heke bi rastî jî hûn ji pêvajoyê bawer dikin, wê demê tu wateya ragirtina wan a di hucreyan de nîne. Ew dikarin ji bo pêvajoya heyî gelek sûdmend bin. Cihê wan ne girtîgeh, lê kêleka me ye.”

Piştî daxuyaniyê, herdu hevserok ji bo serdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag, berê xwe dan Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.

 
Fly Erbil Advertisment