Mesrûr Barzanî: Me zêdetirî pênc hezar kîlometre rêyên stratejîk çêkirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, tevî hemû krîzên ku li dijî aborî û pêşketina Herêma Kurdistanê tên çêkirin, wan kariye zêdetirî 5 hezar kîlometre rêyên stratejîk ava bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmehê bi boneya vekirina rêya dûsayd a Gomespan-Simaquliyê, li ser tora civakî ya "X" peyamek belav kir û got: "Piştî salekê ji soza me, me rêya dusayd a Gomespan-Simaquliyê bi budceya 210 milyar dînaran vekir. Ev rê parêzgeha Hewlêrê bi parêzgeha Silêmanî û îdareya serbixwe ya Raperînê ve girê dide."
Serokwezîr herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di karwana pêşkêşkirina xizmetguzariyan û geşepêdana sektora rê û banan de berdewam be û wiha nivîsî: "Tevî hemû krîzên ku li dijî aborî û pêşketina Herêma Kurdistanê tên çêkirin jî, me kariye zêdetirî 5 hezar kîlometre rêyên stratejîk ên li derveyî bajaran ava bikin."
Projeyek stratejîk di salekê de temam bû
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 16ê Cotmeha 2024an de, di merasîmekê de kevirê bingehîn ê projeyê danîbû. Rêya berê yekalî û teng bû û bi taybetî di zivistanê de ji ber bilindbûna ava Bendava Simaquliyê, hatûçûn gelek caran dihate rawestandin. Piştî salekê, îro ev projeya stratejîk bi temamî ji bo hatûçûna welatiyan hat vekirin.
Rêya nû ya Gomespan-Simaquliyê bi dirêjahiya 22 kîlometreyan, bi sêwiraneke nûjen û li gorî standardên cîhanî hatiye çêkirin. Firehiya her aliyekî 10 metre ye û du rêyên çûn û hatinê li xwe digire. Proje ji aliyê kompanyayên navxweyî ve hatiye cîbicîkirin.
Ji bo hêsankirina hatûçûnê, di çarçoveya projeyê de 6 binbirek (underpass), 3 pirên bilind, 70 menfezên sindoqî, dîwarên piştgiriyê û hemû hêmayên trafîkê li gorî standardên navneteweyî hatine çêkirin. Bi vê projeyê re, pirsgirêkên mezin ên hatûçûnê yên li ser vê rêyê, bi taybetî di demsala zivistanê de, bi awayekî bingehîn hatin çareserkirin.