Kaja Kallas: Em ê çavkaniyên enerjiya Ewropayê cihêreng bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas di bersiva pirseke derbarê rola enerjiya Herêma Kurdistanê de ragihand, YE bi awayekî cidî li ser cihêrengkirina çavkaniyên xwe yên enerjiyê dixebite û li hevkarên nû digere.
Di kongreyeke rojnamevanî ya hevpar de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, peyamnêrê Kurdistan24ê pirsî ka gelo piştî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ewropayê dê pişta xwe bi enerjiya Herêmê bibeste.
Kaja Kallas di bersiva xwe de got: "Bêguman em dixwazin çavkaniyên enerjiyê yên Yekîtiya Ewropayê ligel hevkarên din cihêreng bikin."
Berpirsa Siyaseta Derve ya YE herwiha zelal kir: "Me baceke giran da ji ber ku me enerjî tenê ji yek çavkaniyê werdigirt, lewma em bêguman li hevkarên din digerin."
Mijarên koçberan û kampên DAIŞê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Kaja Kallas amaje bi mijara penaberan kir û got: "Em ligel Fuad Husên dê li ser hevahengiyên xwe yên derbarê pirsa koçberan de gotûbêj bikin, da ku em zanibin em dikarin çi bikin."
Herwiha derbarê kampên DAIŞê de nîgeraniyên xwe anî ziman û got: "Dema mijar tê ser kampên DAIŞê, fikarên me û Iraqê hevpar in. Ev mijar bi ewlehiya herêmê û ya Yekîtiya Ewropayê ve jî girêdayî ye."