Hikûmeta Herêma Kurdistanê yarîgehên mezin ên Kurdistanê nûjen kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çîmenê yarîgehên mezin ên Hewlêr, Dihok û Zaxoyê bi budceya nêzîkî 2 milyar dînaran hatin guhertin. Çîmenê yarîgehan ji aliyê kompanyayên herî navdar ên cîhanê ve hatiye dabînkirin û bi vê yekê, yarîgeh ji wê herî û lîtkeya ku ji ber baranê kom dibû, rizgar bûn.

Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê

Yarîgeha Franso Herîrî, ku di sala 1956an de hatiye avakirin, wek duyemîn yarîgeha herî kevn a Iraqê tê zanîn. Di 1ê Hezîrana 2024an de, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku 1 milyar û 761 milyon dînaran ji bo nûjenkirina yarîgehê were xerckirin. 

Tenê ji bo guhertina çîmenê yarîgehê, 950 milyon dînaran hate xerckirin û çîmen ji aliyê kompanyayeke Hollandî ve hate dabînkirin. Karê guhertina çîmenê di nav 8 rojan de bidawî bû û niha yarîgeh ji bo lîstika bê ya Hewlêrê ya li hemberî Şurtayê amade ye.

Yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê

 

Yarîgeha Dihokê

Yarîgeha Dihokê di sala 1992an de hatiye avakirin û niha dikare 25 hezar temaşevanan bihewîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav 10 rojan de û bi budceya 450 milyon dînaran çîmenê vê yarîgehê jî guhert. Çîmen ji aliyê heman kompanya Hollandî ve hate dabînkirin û yarîgeh bi şêweyekî gelekî modern kete xizmeta yaneya Dihokê.

Yarîgeha Dihokê

 

Yarîgeha Navneteweyî ya Zaxoyê

Yarîgeha Zaxoyê ku di navbera salên 2012 û 2015an de bi 20 milyon dolaran hatibû avakirin, di dema Kabîneya Nehem de ji pirsgirêka kom bûna avê û xirabiya erdê rizgar bû. Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 500 milyon dînaran ji bo guhertina çîmenê yarîgehê hate terxankirin. 

Çîmen di bin çavdêriya kompanyayeke Danîmarkî de û di nav 14 rojan de hate guhertin. Yaneya Zaxoyê du hefte berê yekem lîstika xwe li ser çîmenê nû li hemberî Newrozê lîst û bi encama 4-0 serkeftineke mezin tomar kir.

Yarîgeha Navneteweyî ya Zaxoyê

 

 
Fly Erbil Advertisment