Festîvala Hinar û Hingivînê ya 3yemîn li Zaxoyê dest pê kir

Zaxo (K24) – Li îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, sêyemîn Festîvala Hinar û Hingivînê bi beşdariyeke berbiçav a cotkar û mêşvanan dest pê kir. Di festîvalê de, ku zêdetirî 60 ton berhemên xwemalî tê de tên nîşandan, Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê mizgînî da ku dê hemû berhemên hinaran ên cotkaran werin kirîn û kargeheke ava hinaran were vekirin.

Li Qada Pira Delal, îro deriyê Sêyemîn Festîvala Berhemên Navxweyî ya Zaxoyê li ber mêvan û kiriyaran hat vekirin. Di festîvalê de 32 cotkar û mêşvan beşdar in û zêdetirî 60 ton hinar û hingivînê xwemalî pêşkêş dikin, da ku kalîteya berhemên xwe nîşanî welatî û bazirganan bidin.

Cotkar û mêşvanên beşdar kêfxweşiya xwe bi lidarxistina festîvalê anîn ziman û ev cure çalakî wek derfeteke girîng ji bo danasîna berhemên xwe û dîtina bazarekê ji bo wan bi nav kirin.

Cotkarê beşdar Mihsin Husên got: "Ev cure festîval hem ji bo me û hem jî ji bo xelkê gelekî girîng in. Em berhemên xwe tînin û nîşanî xelkê didin ku çi cure berhemên nimûneyî li Kurdistanê hene."

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ji K24ê re ragihand, berê berhemên hinaran ên Zaxoyê bi serê xwe dihatin firotin, lê niha ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Guhdar Şêxo got: "Xweşbextane, bi hevkariya hikûmetê, kompanyaya Kavin Group dê îsal hemû berhemên navxweyî ji cotkaran werbigire û bikire. Herwiha kargeheke ava hinaran jî dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike ku dê hemû berhemên cotkaran werbigire, bike paket û ji bo marketan amade bike."

Ev pêngav wek piştgiriyeke stratejîk ji bo cotkarên herêmê tê dîtin da ku berhemên wan bê pûçbûn bigihîjin bazaran.

Festîval dê du rojan li Qada Pira Delal vekirî be û tê payîn ku bi dehan ton berhem tê de werin firotin.

 
Fly Erbil Advertisment