"PDK ji bo pêkanîna hikûmetê berî hilbijartinên Iraqê, li benda YNKê ye"

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, eger heta beriya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê neyê avakirin, danûstandinên piştî hilbijartinê dê cuda bin. Jêderek ji PDKê dibêje, "Bila encamên hilbijartinan bibin pîvan û her aliyek mafê xwe werbigire."
Jêderekî pilebilind a PDKê îro 20ê Cotmehê ji K24ê re ragihand: "Nêzîkî 20 rojan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê mane û PDK li bendê ye ku berî hilbijartinan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hikûmetê pêk bîne."
Heman jêderî hişyarî da û got: "Lê eger YNK vî karî neke û amade nebe ku berî hilbijartinan hikûmetê pêk bîne, wê demê danûstandinên PDKê yên berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê yên ligel YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê, dê ji hev cuda bin."
Li gorî agahiyan, PDK razî bûbû ku postên Cîgirê Serokê Herêmê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Serokê Parlamentoyê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û çend wezaretên din bide YNKê.
Jêderekî din jî ji K24ê re got: "Bila encamên hilbijartinan bibin pîvan û bila her aliyek mafê xwe yê hilbijartinê werbigire. Eger na, dê çi sûda yekembûnê yan hilbijartin hebe?"