25emîn Festîvala Firandina Kolareyan li Bokanê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 25emîn Festîvala Firandina Kolareyan bi beşdariya zêdetirî 5 hezar welatiyan bi coşeke mezin hat lidarxistin. Di festîvalê de, ku li ser Çiyayê Naleşkêneyê birêve çû, bi sedan kolareyên rengîn ezmanê bajêr xemilandin.

Festîvala îsal, ku wek kevneşopiyeke salane birêve diçe, xwedî girîngiyeke taybet bû, ji ber ku ev çalakî li ser asta Îranê wek festîvaleke neteweyî hatiye tomarkirin û niha berbijêr e ku di asta cîhanî de jî were nasîn.

Zêdetirî 5 hezar kesî ji Bokan û bajarên derdorê bi 800 heta 900 kolareyên ku bi destên xwe çêkiribûn beşdarî festîvalê bûn. Malbat, zarok û ciwanan bi hev re kolareyên xwe yên bi nexş û sêwiranên cuda ber bi ezmên ve bilind kirin û dîmenên rengîn afirandin.

Rêkxerê festîvalê Areş Nasirî ragihand, lijneyeke taybet kolareyan li gorî çend pîvanan dinirxîne: "Lijneya me li gorî cureyê kolareyê, nexşên li ser, awayê çêkirinê û bilindahiya firînê xalan dide. Di dawiyê de, di merasîmeke taybet de xelat li serkeftiyan tên belavkirin."

Armanca festîvalê ne tenê pêşbirk e, lê belê afirandina atmosfereke şadî û handana ciwanan e ku ji torên civakî dûr bikevin û beşdarî çalakiyên hunerî û civakî bibin.

Rehman Xiziryan, yek ji beşdarên festîvalê, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Em bi zarokên xwe re hatin vir. Demeke gelekî xweş bû. Ya herî girîng ew bû ku bi saetan telefon di destê me de nebû û me demek xweş bi hev re derbas kir."

Festîvala Firandina Kolareyan a Bokanê, wek yek ji mezintirîn çalakiyên çandî yên herêmê, her sal bi hezaran kesî li dora xwe dicivîne û dibe sembola parastina kevneşopî û afirandina kêfxweşiyê.

 
Fly Erbil Advertisment