Li Himsê zîndaneke nehênî ya serdema Esed hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya Sûriyê 'SANA' ragihand, hêzên ewlehiyê zîndaneke jêrzemînî li gundewarê Himsê dîtine, ku di dema desthilatdariya Beşar Esed de ji bo girtin û îşkencekirina welatiyên sivîl dihate bikaranîn.

Li gorî ajansê, zîndan li bakurê gundê 'Biwedet el-Selmiye' yê ser bi navçeya El-Muxerem a li gundewarê rojhilatê Himsê hatiye dîtin.

Cîgirê Rêveberê Navçeya El-Muxerem Umer Mûsa ragihand, zîndan nêzîkî 10 roj berê, di dema ger û lêkolînên polîsan de li cihên bi guman ên herêmê hatiye dîtin.

Mûsa diyar kir jî, zîndan di bin erdê de veşartî bû û deriyekî wê yê hesinî yê kilît hebû û got: "Di hundirê zîndanê de, amûrên wekî doşekên îsfencî, betanî û alavên îşkenceyê yên wekî dar û werîs hatine dîtin."

Berpirsê Sûrî herwiha da zanîn ku "pirtûk û belavokên mîlîsên ku ji aliyê rejîma berê ve dihatin piştgirîkirin" jî li wir hatine dîtin. Mûsa eşkere kir ku cih bi tunêleke bi kûrahiya pênc metreyan û dirêjahiya 40 metreyan ve girêdayî bû.

Li gorî wêneyên ku ji aliyê ajansê ve hatine belavkirin, zîndan li herêmeke çol û wêran e ku ti kes lê niştecih nîne.

Rêxistinên mafên mirovan jî didin zanîn ku gelek zîndanên veşartî yên rejîma berê hîna nehatine dîtin û pêkan e ku li seranserê herêmên cuda yên Sûriyê belav bûne.

 

 
Fly Erbil Advertisment