Koçberên Şingalê: Destkarî di navên dengderan de hatiye kirin da ku em nikaribin deng bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Her ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nêzîk dibin, koçberên Şingalê yên li kampên Dihok û Zaxoyê nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê windakirina mafê wan ê dengdanê û egera destêwerdana di encaman de tînin ziman. Ew vê hilbijartinê ji bo paşeroja xwe wekî yekalîker dibînin û daxwaz dikin ku nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin.
Li gorî amarên fermî, 31 hezar koçberên Şingalê di 14 kampan de dijîn. Ji vê hejmarê, 26 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne. %75 ji van koçberan li parêzgeha Dihokê niştecih in û 25%ê din jî li ser sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê dijîn. Ji bo dengdana van koçberan, 22 navend û 98 wêstgeh hatine amadekirin.
Şêx Husên, yek ji koçberan, ragihand, nerazîbûneke mezin li ser karên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê heye, bi taybetî derbarê lîsteyên dengderan de. Wî amaje pê kir ku gelek caran navên endamên yek malbatê li cihên cuda hatine tomarkirin, hin nav hatine dubarekirin û hin jî bi temamî hatine paşguhxistin.
Berbijêra Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê Viyan Dexîl, dilgiraniya xwe anîn ziman û got, hikûmeta Iraqê û Wezareta Koçberan hewl didin "dengê xelkê Şingalê bêdeng bikin" û nehêlin mafên xwe werbigirin.
Viyan Dexîl tekez kir ku "ev hewl nayên qebûlkirin" û daxwaz kir ku hemû koçberên di kampan de, bi taybetî yên ku navên wan li Şingalê nehatine tomarkirin, bikaribin deng bidin. Herwiha daxwaz kir jî ku nûnerên rastîn ên Şingalê biçin parlamentoyê da ku parastina mafên wan bikin û rê nedin ku dijmin wan bikin armanc.
Di heman demê de, Cîgirê Berpirsê Ofîsa Dihokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Hogir Casim ragihand, daneyên wan ji bo Bexdayê şandine û gotûbêjên berdewam ligel Wezareta Koç û Koçberan tên kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên dubarebûn û kêmasiyên di navan de.
Koçberên Şingalê, ku bi salan e di rewşeke dijwar de li kampan dijîn û li benda vê hilbijartinê bûn, xemgîn in ku dengê wan ji aliyê partiyên siyasî ve ji bo armancên siyasî were bikaranîn.