Ji ber teqîna mînekê, pênc şervanên HSDê hatin kuştin û birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di encama teqîna mîneke ku ji aliyê şaneyên DAIŞê ve hatibû çandin de, 2 şervanên wan canê xwe jidest dan û 3 şervanên din jî birîndar bûne.
HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir ku li gundê "Hesan" ê ser bi navçeya "Kesra" ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê, mînek ku ji aliyê şaneyên DAIŞê ve hatibû danîn, bi otomobîleke hêzên wan ve teqiya.
Di encama teqînê de, du şervanên HSDê canê xwe jidest dan bûn û sê şervanên din jî birîndar bûn.
HSDê ev êrîş wek "kareke nemerdane û sûcdarane" binav kir û got, armanca wê têkdana aştiya civakî ya li herêmê ye.
Hat ragihandin, hêzên HSDê li herêma teqînê dest bi operasyoneke berfireh a paqijkirinê kirine da ku şaneyên berpirsiyar ên vî "êrîşî xayin" bibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de, HSDê tekez kir, ew dê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞê bidomînin û "heta zuhakirina hemû çavkanî û hêlînên wan ên madî û manewî" dê bêwestan têkoşîna xwe bidomînin.
Herwiha, duh li bajarê Şedadê jî teqînek çêbûbû. Li ser Pira Hedadiyê ya li navçeya Erîşeyê, motorsîkleteke bombekirî teqiyabû û di encamê de kesekî jiyana xwe jidest dabû û kesekî din jî birîndar bûbû.