Nêçîrvan Barzanî: Ji bo rûbirûbûna terorê hîn jî pêwîstiya me bi Hevpeymaniya Navdewletî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Cotmehê pêşwazî li Sûpasalarê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Reşîd Yarella û şandeke pê re kir ku ji hejmarek efserên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê pêk dihat.
Di civînê de ku Supasalarê Pêşmerge û berpirsên Wezareta Pêşmerge jî amade bûn, hevkariya hevbeş a Artêşa Iraqê û Pêşmerge ligel Hevpeymaniya Navdewletî, pêwendiyên leşkerî û ewlehiyê yên Iraq û Amerîkayê, metirsiyên terorê û rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî li ser wê yekê li hev kirin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê dixwe. Derbarê vê mijarê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê, di çarçoveya peymanên ewlehiyê yên Iraqê de, hîn jî pêwîstiya wan bi hevkariya û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha pesnê rola Artêşa Iraqê di pêkanîna ewlehî û aramiyê de da û bihêzkirina hevkariya hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê wek pêwîstî bi nav kir. Ji aliyê xwe ve, Sûpasalarê Artêşa Iraqê tekez kir ku niha hevkariya di navbera artêş û Pêşmerge de "di rewşa xwe ya herî baş de ye" û di vî warî de pesnê rola Sûpasalarê Pêşmerge da.
Mijarên din ên civînê parastina ewlehiya sînoran, bi taybetî di navbera Sûriye û Iraqê de, û bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di Îlona 2026an de û rewşa piştî wê qonaxê bûn.