Serokwezîr Mesrûr Barzanî Nexweşxaneya Nûjen a 'Şoreş-Hêtît' li Dêralokê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22ê Cotmehê di merasîmeke taybet de li devera Amêdiyê, nexweşxaneya nûjen a 'Şoreş-Hêtît' bi fermî vekir.
Nexweşxaneya 'Şoreş-Hêtît' projeyeke mezin e ku bi kapasîteya 100 textan li ser rûberê 43 hezar metrekareyî û bi budceya 43 milyon dolarî hatiye avakirin. Nexweşxane dikeve navbera bajarokên Dêrelûk û Şêladizê û bi amûr û pêdiviyên herî nûjen ên pizişkî hatiye amadekirin. Tê de 25 pizişkên pispor di warên cuda de dê xizmeta welatiyan bikin.
Bi vekirina vê navenda tenduristiyê ya girîng, valahiya kêmasiya xizmetguzariyan li deverê tê dagirtin û dê xizmeteke berfireh pêşkêşî zêdetirî 250 hezar welatiyên devera Amêdiyê û derdora wê bike.
Kevirê bingehê yê vê nexweşxaneyê di 7ê Îlona 2020an de, di demekê de hatibû danîn ku Herêma Kurdistanê û cîhan rûbirûyî pandemiya Koronayê û krîzeke darayî ya giran bûbûn. Wê demê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de tekezî li ser wê yekê kiribû ku tevî hemû astengiyan, hikûmet dê di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de nesekine.
Serokwezîr Barzanî herwiha destnîşan kiribû ku armanca sereke ya hikûmetê ew e ku "bêyî cudahî xizmeta hemû bajar, bajarok, gund û deverên Kurdistanê bike," û vekirina vê nexweşxaneyê wek beşek ji cîbicîkirina wê soza hikûmetê tê dîtin.