Serokwezîr: Amêdî û hemû deverên Kurdistanê dê ji projeyên me sûdê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Amêdiyê de ragihand, bi dengdana ji bo namzetên PDK'ê, ew ê karibin bi awayekî baştir xizmeta welatiyan bikin û berevaniyê li mafên wan bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 22'ê Cotmehê di daxuyaniyeke taybet de ji peyamnêrê K24ê re, behsa serdana xwe ya ji bo devera Amêdiyê û bangeşeya Partiyê ji bo hilbijartinên dahatû yên parlamentoya Iraqê kir.
Derbarê girîngiya projeyên ku li sînorê Amêdiyê hatine cîbicîkirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, xelkê devera Amêdiyê qurbaniyên mezin dane û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hemû xizmetguzariyan pêşkêşî wan dike, ji ber ku ew "hêjayî baştirîn xizmetê ne."
Li ser bangeşeya hilbijartinê jî, Mesrûr Barzanî got: "Li gel nêzîkbûna hilbijartinan, em daxwazê ji welatiyan dikin ku baweriya xwe bi namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê bînin, da ku ew bikaribin bi awayekî bibandortir berevaniyê li mafên wan bikin."
Cîgirê Serokê PDK'ê herwiha tekez kir, dengdana xelkê ji bo namzetên PDKê, dê bibe sedem ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaribe bi awayekî berfirehtir projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Amêdiyê û hemû deverên din ên Kurdistanê bike.