Mesrûr Barzanî: Tevî hewlên ji bo astengkirina pêşketina me, me sozeke xwe ya din bicih anî

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê dike ku Nexweşxaneya (Şoreş-Hêtît) dikare xizmeta zêdetirî 250 hezar rûniştvanên deverê bike."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22ê Cotmehê Nexweşxaneya Giştî ya (Şoreş-Hêtît) li bajarokê Dêrelokê yê ser bi qezaya Amêdiyê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê vekirina nexweşxaneyê de, di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî ya "X" de ragihand: "Me nexweşxaneyeke 100 textî bi budceya 43 milyon dolarî li bajarokê Dêrelokê yê ser bi qezaya Amêdiyê vekir."

Serokê Hikûmetê herwiha da zanîn, "Nexweşxaneya (Şoreş-Hêtît) dê xizmeta zêdetirî 250 hezar rûniştvanên deverê bike û ev sozeke me ya din bû ku me bi cih anî, tevî hemû hewlên ji bo astengkirina pêşketina me."

 
Fly Erbil Advertisment