Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im vekirina Otela Berî-Hecerî bibe sedema geşbûna aborî li deverê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li nahiyeya Sersinkê ya qezaya Amêdiyê otelek vekir. Herwesa got: “Ez hêvîdar im ku ev proje geşbûna aborî û geştiyariyê li deverê û Kurdistanê zêde bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 22ê Cotmeha 2025ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek weşand û tê de nivîsî: “Me Otela Berî-Hecerî li nahiyeya Sersinkê ya qezaya Amêdiyê vekir, ku li sala 1946ê dest bi avakirina wê hatibû kirin û vê dawiyê hatiye nûjenkirin.”

Mesrûr Barzanî herwesa got: “Hêviya me ew e ku ev proje geşbûna geştiyarî û aborî ya deverê bi taybetî û ya Kurdistanê bi giştî zêdetir bilezînin.”

 

 

Fly Erbil Advertisment