Generalekî payebilind ê rejîma Esed hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, General Ekrem Selûm Ebdullah, ku bi rola xwe di tawanên li dijî girtiyan de tê naskirin, hatiye destgîrkirin û ji bo darizandinê radestî dadgehê hatiye kirin.
Wezareta Navxwe ragihand, wan General Ekrem Selûm Ebdullah girtiye, ku yek ji efserên payebilind ên rejîma hilweşiyayî ya Beşar Esed bû û bi tawanên giran li dijî girtiyên siyasî li Girtîgeha Sednayayê tê tometbarkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, operasyon ji aliyê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya parêzgeha Şamê ve, piştî şopandin û çavdêriyeke hûr, hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ebdullah di navbera salên 2014 û 2015'an de, di dema rejîma berê de, fermandarê Polîsê Leşkerî bûye.
Wezaretê herwiha eşkere kir, li gorî lêkolînên destpêkê, Ebdullah di dema erka xwe de "rasterast berpirsiyarê operasyonên kuştin û tunekirina girtiyan" li Girtîgeha Leşkerî ya Sednayayê bûye.
Hat ragihandin, General el-Ebdullah ji bo temamkirina lêpirsînê û amadekirina ji bo darizandinê radestî aliyên pêwendîdar hatiye kirin.
Ev girtin di çarçoveya zincîreyek operasyonan de tê ku piştî hilweşandina rejîma Esed di 8'ê Berçileya 2024'an de dest pê kirine, ku tê de gelek efser, serokên milîsan û berpirsên berê yên ku di tawanên li dijî gelê Sûriyeyê de cih girtine, hatine destgîrkirin.
Berî hefteyekê jî, pismamê serokê ji desthilatê ketî, Nemir Esed, ku yek ji serekên bazirganiya madeyên hişber û tawanbarê serdema rejîma berê ye, li Qerdahayê hatibû girtin."