Hefteya bê 5 hezar karmendên sivîl û leşkerî dê zevî werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî ragihand, roja Duşema bê dê dest bi qonaxa sêyem a dabeşkirina erdê li ser karmendên medenî û leşkerî yên parêzgehê were kirin.

Karzan Hadî ji K24ê re da zanîn, biryar bû îro 23'ê Cotmeha 2025'an, qonaxa sêyem were cîbicîkirin, lê ji ber ku kar û amadekarî bidawî nebûne, ev pêvajo bo roja Duşemê hatiye paşxistin.

Serokê Şaredariyê tekez kir û got: "Bêguman roja Duşema bê, di qonaxa sêyem a dabeşkirina erdê de, dê pîşke ji bo navan were kişandin û erd li ser karmendên medenî û leşkerî were dabeşkirin."

Hadî herwiha amaje bi wê yekê kir, di vê qonaxê de dê pênc hezar parçe erd werin belavkirin û da zanîn ku di qonaxên yekem û duyem de 17 hezar parçe erd li ser karmendan hatibûn dabeşkirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokê Şaredariya Hewlêrê got: "Pêvajoya dabeşkirina erdê dê berdewam be, heta ku hemû karmendên hêja erdê xwe werbigirin."

 
Fly Erbil Advertisment