Li Akrê 41 bendav û gol bûne hêviya cotkaran a rûbirûbûna hişkesaliyê

Akrê (K24) – Li gel zêdebûna gefa hişkesaliyê li Herêma Kurdistanê, projeyên stratejîk ên komkirina avê li devera Akrê bûne piştgiriyeke jiyanî ji bo cotkar û ajaldaran. Di salên dawî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 41 pond û bendavên biçûk li sînorê qezaya Akrê çêkirine ku ev yek di parastina rez û baxçeyan de roleke sereke dilîze.

Li gorî cotkarên deverê, tevî ku îsal hişkesaliyeke dijwar hebû jî, bi saya van bendavan wan karî berhemên xwe ji hişkbûnê xilas bikin.

Cotkarê bi navê Fewzî Taha dibêje: "Îsal hişkesalî ye. Eger ev bendava li gundê me nebûya, dê hemû baxçeyên me hişk bibûna. Em ji vê bendavê hem ji bo çandiniyê û hem jî ji bo heywanên xwe sûdê werdigirin. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin."

Di salên borî de, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve 41 pond û bendav li sînorê Akrê hatine çêkirin. Van projeyan bi giştî xwedî şiyana embarkirina 4 milyon metre sêcar av in, ku ev yek ji bo geşkirina bi hezaran donim erdên çandiniyê tê bikaranîn.

Cotkar Salih Mihemed amaje bi wê yekê dike ku bi saya van projeyan wan karîbûye baxçeyên xwe berfireh bikin û dibêje: "Em spasiya hikûmetê dikin ku ev bendav ji me re çêkiriye. Bi saya wê me gelek dar çandine. Zêdetirî 100 hezar darên wekî zeytûn, fistiq, hinar û hêjîran me ji vê bendavê sûd wergirtiye."

Ji bilî parastina sektora çandiniyê, van projeyan di warê ajaldariyê de jî feydeyeke mezin gihandiye xelkê deverê û bûne çavkaniyeke girîng a avê ji bo pez û dewaran. Cotkar hêvî dikin ku di salên pêş de hejmara van projeyan zêdetir bibin, da ku bikaribin rûbirûyî guherînên keşûhewayê û salên hişk bibin.

 
Fly Erbil Advertisment