Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî, li Dihokê bangeşeya Lîsteya 275 a PDKê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî îro 23ê Cotmehê bangeşeya hilbijartinê ya lîsteya hejmar 275'an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê hat lidarxistin.
Ev aheng di demekê de tê ku bangeşeya fermî ya PDK'ê ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, di 12'ê vê mehê de bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û herdu Cîgirên Serokê PDK'ê, li hola Seid Ebdullah a Hewlêrê dest pê kiribû. Di wê karnavala destpêkê de, ji bilî namzetan, endamên Serkirdatî û Mekteba Siyasî ya PDK'ê jî amade bûn.
Hejmara Dengdêran li Parêzgehan
Li gorî amarên fermî, hejmara kesên ku mafê wan ê dengdanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de heye, li ser parêzgehan wiha ye:
Parêzgeha Hewlêrê:
Hejmara giştî: 1,087,880 kes
Dengderên giştî: 1,002,000 kes
Dengderên taybet: 85,793 kes
Parêzgeha Silêmaniyê:
Hejmara giştî: 1,201,846 kes
Dengderên giştî: 1,119,111 kes
Dengderên taybet: 82,547 kes
Parêzgeha Dihokê:
Hejmara giştî: 778,846 kes
Dengderên giştî: 722,853 kes
Dengderên taybet: 55,993 kes