Mesrûr Barzanî: Projeyên me bo berfirehî û parastina canê welatiyan veberhênan in

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî serdana herdu projeyên cadeyên dualî yên Hewlêr - Koye û Kesnezan - Gomespanê got: “Projeyên me ji bo berfirehî û parastina silametiya canê welatiyan veberhênan in.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 23ê Cotmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: “Min îro serdana herdu projeyên cadeyên dualî yên Hewlêr - Koye û Kesnezan - Gomespanê kir, ku bi giştî dibin 52 kîlometir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Ev proje dê bajarên me zêdetir bi hev ve girê bidin û ji bo berfirehî û parastina silametiya canê welatiyên me veberhênan in.”

 

 

Fly Erbil Advertisment