Bi dehan tonên nefta reş û pêkhateyên wê tevlî Gola Dukanê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan tonên bermayiyên petrola reş an têzaba batiriyên timbêlan ji bo nav rêyeka sereke ya ku ava baranê dikişîne nav Gola Dukanê hatine avêtin, ku îhtîmal e bi baranên pêşîn ên îsal re Gola Dukanê jehrîn bike.

Em bi efserekê polîsên daristanê û jîngehê yê bajarkê Dukanê re çûn wî cihê ku pêkhateyên petrol û têzabê lê hatine avêtin. Li zêdetirî yek cihî, ew karesat bi serê jîngehê hatiye anîn. Li her cihekê ku ew tişt lê hatibin avêtin jî, ava baranê dê bibe nav wê golê.

Efserê Polîsên Daristan û Jîngehê yê Dukanê Wehab Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heke baran bibare, dê li Gola Dukanê karesatekê çê bike. Ji bilî pîsbûna ava wê golê, dê hemî zindiyên tê de nehêle, herwesa nêzîkî pênc mîlyon kesan jî dê bê ava vexwarinê bimînin ji ber ku divê neyê bikaranîn.”

Birêvebiriya Bajarkê Dukanê bizavê dike ku wê pirsgirêkê bi nixumandina wê bi heriyê çareser bike. Tîrbûn û peytiya wê madeya kîmyewî ewqas e ku bi heriyê û axê re tevlihev nabe û dê li cihekê din derbikeve. Piştî tevlihevkirina wê bi axê re, tê plankirin ku berî baran bibarin û bi Gola Dukanê re tevlihev bibe li ser rê bê barkirin û rakirin. Tevî wê yekê jî, vekolînên qanûnî û hêzên ewlehiyê li dû tometbaran hatine destpêkirin.

Serokê Rêxistina Ayîndeyê ya Parastina Jîngehê Marûf Mecîd ji Kurdistan24ê re got: “Divê bi awayekê zanistî bê yekalîkirin ka gelo ew nefta reş an bermayiyên têzabê ne, lê heta niha nehatiye kirin.” Herwesa got: “Bêhneka nexweş jê tê, ku ev di nefta reş de nîne.”

Par, dema ku tankerek li deriyê Dukanê bi bermayiyên petrolê agir girt û bi ava Çemê Dukanê re tevlihev bû, ava çemê navbirî ji bod ema sê rojan pîs kir û Projeya Ava Koyeyê sê rojan bi dûratiya bi dehan kîlometran rawestand. Tevlihevkirina mîqdareka ewqas mezin a bermayiyên neftê bê guman dê ji bo ava Gola Dukanê pirsgirêkên mezintir çê bike.

 
Fly Erbil Advertisment