Şaredariya Midyadê navê 'Ahmet Kaya' li kolanekê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, ku di destê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de ye, kolanek bi navê hunermendê Kurd ê navdar Ahmet Kaya binav kir.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye weşandin de, hat gotin: "Em kêfxweş in ku navê Ahmet Kaya, yê ku bi huner û dengê xwe yê îlhamdar di dilê bi milyonan kesan de ye, li Midyadê zindî dihêlin." 

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin, "bi biryara Encûmena Şaredariyê, navê Kolana Mezarlik/1 hatiye guhertin û bûye Kolana Ahmet Kaya."

Ahmet Kaya yek ji hunermendên navdar ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ye ku di sala 1957'an de li Meletiyê ji dayik bûye. Kaya ji aliyê neteweperestên wî welatî ve rastî zext û zordariyeke mezin hat û rê li ber wî hat girtin ku stranan bi zimanê Kurdî bêje.

Ji ber van zextan, hunermend Ahmet Kaya neçar ma ku ji Tirkiyeyê derkeve û berê xwe bide Fransayê û piştî demeke kurt li sirgûnê, di sala 2000'î de koça dawî kir.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment