Trump: Ez amade me ku bi Kim Jong Un re bicivim
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, berî ku ji bo geşteke Asyayê ji Washingtonê bi rê bikeve, ragihand ku ew dixwaze bi Serokê Koreya Bakur, Kim Jong Un re bicive.
Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got: "Kim Jong Un dizane ku em ber bi wir ve diçin." Herwiha da zanîn, ew li gel Serokê Koreya Bakur, ku cara dawî di sala 2019'an de hevdîtin pê re kiribû, "hevnêrîn" e. Trump got: "Ez bi temamî û 100% ji bo hevdîtina bi Kim Jong Un re vekirî û amade me," û tekez kir ku pêwendiyên wî yên li gel Serokê Koreya Bakur "pir baş" in.
Di çarçoveya serdana xwe ya Asyayê de, ku ji Koreya Başûr dest pê dike, Trump dê serdana Japonya û Malezyayê jî bike. Herwiha, tê payîn ku ew li Koreya Başûr bi Serokê Çînê Şî Jînpîng re gotûbêjên girîng bike, bi armanca gihîştina lihevkirineke bazirganî bi Pekînê re.
Trump destnîşan kir, pirsgirêka Taywanê û azadkirina rojnamevanê girtî yê li Hong Kongê, Jimmy Lai, dê di nav mijarên ku bi hevtayê xwe yê Çînî re gotûbêj bike de bin.
Li aliyekî din, Trump ragihand ku ew pêşbînî dike di dawiya vê hefteyê de bi Serokê Brezîlyayê, Luîs Înasîo Lula da Sîlva re bicive û amade ye ku baca gumrikê ya li ser Brezîlyayê kêm bike.
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku duh berpirsekî payebilind ê Amerîkî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, gotibû: "Bêguman Donald Trump niyeta xwe ya ji bo hevdîtina bi Kim Jong Un re di pêşerojê de nîşan daye, lê ev hevdîtin di bernameya geşta wî ya Asyayê de nîne."
