Kurdên Xurmatûyê: Em tu carî axa xwe bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hin ji xelkê parêzgeha Kerkûkê û bajar û bajarkên derdora wê ji ber nemana tenahiyê li deverên xwe ev 12 sal in ku aware bûne. Ew aware niha amadekariyên vegerê dikin, da ku li roja 11ê Mijdarê tevlî pêvajoya hilbijartinan bibin. Ew dixwazin deverên wan ji Kurdbûn û çand û sîmaya Kurdîniyê veneqetin.

Qasim Mihemed, ku welatiyekê bajarkê Xurmatûyê ye û li bajarê Hewlêrê dijî, dibêje: “Em, wekî netewe û gelê Kurd, em bi xwe dê biryarê bidin û em dê gotina xwe bikin. Em dê di her pêvajoyeka hilbijartinan de vegerin bajarê xwe û dê deng bidin.”

Qasim Mihemed amaje jî da: “Em dixwazin dengê Kurdan li wê deverê her bimîne ji ber ku ew bajar milkê Kurdan e. Bav û kalên me ji demên kevnar ve li wê deverê jiyane. Em tu carî dev jê bernadin. Tevaya malbata me dê li roja dengdanê vegere wî bajarî û em dê dengê xwe bidin Kurdan.”

Awareyên deverên Kurdistanî yên derveyî birêvebiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha nehiştiye ku awareyî û derbiderî bandorê li hestên wan ên neteweyî bike, ji ber vê yekê jî ew di hemî pêvajoyên hilbijartinan de vegeriyane warê bav û kalên xwe û tevlî hilbijartinan bûne.

Yûsif Mihemed, ku ew jî welatiyekê deverên Kurdistanî yên derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê ye, dibêje: “Em her gav amade ne ku dengê xwe bidin Kurdan û Kurdistanê, ji ber ku em naxwazin dengê Kurdan li wan deveran kêm bibe. Ez ji her Kurdekî dixwazim ku biçe bajarê xwe û li wê derê dengê xwe bide, da ku dengên Kurdan zêde bibin û dengên wan pûç nebin.”

Welatiyekê din ê bajarê Xurmatûyê ji Kurdistan24ê re got: "Vegera me ji bo bajarê me û dengdana me ji bo vegerandina mafên me pêngaveke girîng e, ji ber ku bi rêya nûnerên Kurd ên li Encûmena Nûnerên Iraqê em dikarin berevaniyê ji ax û mafên xwe bikin.”

Di salên borî de, bi hezaran Kurd neçar man ku ji deverên Kurdistanî yên derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê awarevbibin. Her çend heta niha encamên hilbijartinan pirsgirêkên wan çareser nekiribin jî, xelkê wan deveran di hemî hilbijartin û helkeftinên neteweyî de vegeriyaye warê xwe, da ku demografiya devera wan resenatiya Kurdbûnê ji dest nede.

 
 
Fly Erbil Advertisment