Serbest Lezgîn: Xelkê Şêxanê soz daye Şêx Ebdilselam Barzanî ku wek birayan pêkve bijîn

Serbest Lezgîn
Serbest Lezgîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Dihokê ragihand: “Xelkê devera Şêxanê berî 117 salan soz daye Şêx Ebdilselam Barzanî ku wekî birayan bi hev re bijîn.”

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ahenga bangeşeya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) li bajarkê Şêxanê hat kirin.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Dihokê Serbest Lezgîn jî tevlî wê ahengê bû û gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Devera Şêxanê devera pêkvejiyanê ye, dîrokeka dûr û dirêj a fedakariyê heye, bi sedan kadro û fermandarên qehreman li vê deverê peyda bûne û ji bo doza rewa ya gelê Kurd canê xwe feda kiriye.”

Serbest Lezgîn herwesa ragihand: “Berî 117 salan wekî devera yekê ya Behdînanê di dîrokê de, mîr, mezin û rûspiyên devera Şêxanê civiyan û soz da Şêx Ebdilselam Barzanî ku li yekgirtî bin û yekîtîya di navbera gelê Kurdistanê de li devera Behdînan xurt bikin.”

Navbirî amaje jî da: “Em serbilind in ku ev dever cihê jiyana olên cuda cuda yên Êzidî, Misilman û Xiristiyanan e, wek birayên hev, cuda ji tevaya deverên din ên Kurdistanê, têkiliyên xwe gelek xurttir dikin.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî jî di nav wê ahengê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Tiştê ku îro min zêdetir dilxweş dike ew e ku em dibînin mamostayên olî yên Êzidî, Misilman û Xiristiyan hersê bi hev re li vê derê rûniştî ne.”

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Ev dîmenekê gelek xweşik ê Kurdistanê ye û rengvedana wê ji bo heta hetayê ye û divê ev tişt di vî welatî de bimîne. Ev ew dîmen e ku dilê dostên me xweş û yê neyarên me nexweş dike.”

 
Fly Erbil Advertisment