Şer di navbera artêşa Sûriyeyê û çekdarên HSDê de çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Sûriyeyê ragihand ku li parêzgehên Dêrazorê û Laziqiyeyê pevçûnên leşkerî û operasyonên ewlehiyê çê bûne. Ev alozî bi hebûna astengiyên li pêşiya bicihanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de re hevdem in.
Li Dêrazorê, li bajarkên Mehkan û Kişmeyê, bi rêya bikaranîna çekên giran û topan, di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pevçûn çê bûn.
Rayedar û şirovekeran jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, astengî li pêşiya bicihanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de hene.
Ev alozî di demekê de ne, ku di 10ê Adarê de di navbera HSDê û Hikûmeta Şamê de peymanek hatibû îmzekirin, ku çend xalên girîng vedigirtibûn, wekî:
- Yekkirina dezgehên sivîl û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê.
- Dabînkirina mafên destûrî yên Kurdan.
- Vegera awareyan.
- Redkirina îdiayên parvekirinê.
Tevî danûstandinên vekirî, bicihanîna wê peymanê rûbirûyî çend astengiyên mezin bû, wekî:
Pêgeha HSDê, "Rêveberiya Xweser", israr dike ku cihekê taybetî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de biparêze, ku ji hêla Şamê ve tê redkirin.
Awayê birêvebiriyê, Rêveberiya Xweser daxwaza sîstemeka nenavendî dike, lê Hikûmeta Sûriyeyê li ser dewleteka navendî israr dike.
