Mesrûr Barzanî: Projeya Megalê li Herêma Kurdistanê projeyeka gelek girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) projeyeka çandinî û xwedîkirina caneweran li parêzgeha Hewlêrê vekir û gotarek tê de pêşkêş kir.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan.

Gelî rêzdaran, hûn gelek gelek bixêr hatin.

Ez kêfxweş im ku îro di vekirina projeya Megalê de bi we re me, ku bê guman îro li Herêma Kurdistanê projeyeka pir pir girîng e. Bi vekirina vê projeyê re, zêdetir xizmeta welatiyan tê kirin.

Ez kêfxweş bûm ku me serdana vê projeyê kir û em çûn gelek pişkên wê. Tiştê ku dilê mirovî xweş dike ew e ku, ev proje bi dest û milên gelê me û teknolojî û alavên pêşkeftî yên ku ji derveyî welat hatine anîn hatiye çêkirin, bi rastî ew hemî bi standardeka navneteweyî û bi awayekê pir xweşik û serdem hatine amadekirin. Ev dê gelek alîkar be ku welatiyan bi çend awayan piştrast bike.

Ji aliyekî ve ji bo dabînkirina pêdivîtiyên xwarinê, ku pêdivîtiya xelkê Kurdistanê pê heye. Ev proje ji bo dabînkirina xwarina goşt ji bo caneweran, ji bo xwedîkirina caneweran, ji bo kirîn û firotina caneweran, bi hemiyan hatiye çêkirin.

Ew pêdiviyên ku welatiyan hene, niha dikarin bi awayekê pir çêtir piştrast bin, ku dikarin berhemên navxweyî li gorî standardên navneteweyî bi dest bixin. Min bihîst ku ev proje berdewam di bin kontrola Wezareta Tenduristiyê de ye û divê hemî rêkarên tenduristiyê li ber çav bên wergirtin û ew welatiyê ku berhemên navxweyî yên vê projeyê li supermarketan dikire dikare piştrast be ku, ew ji kalitiya kontrola Wezareta Tenduristiyê derbaz bûye û ji bo bikaranînê gelek ewle ye.

Ku ev pişkeka din a girîng a vê projeyê ye, ji ber ku heta niha me gelek caran belavbûna vîrus û nexweşiyan dîtiye, ji ber ku hilberîna xwarinên goştî bi awayekî ne tendurist an bêyî ku li gorî standardên navneteweyî be dihat hilberandin. Niha bi vê projeyê, her tişt dikare li yek cihî bê komkirin û welatî piştrast bin. Hem dabînkirina pêdivîtiyan, hem jî di warê ewlehî de, hem ji aliyê silametî û tenduristî û kalitiya wan berhemên ku digihîjin ber destê welatiyan, ev hemî dilxweşker in.

Ez destxsweşiyê li wan birayan dikin ên ku ev proje bi cih aniye. Ez hêvî dikim ku gelek mînakên wan hebin û projeyên bi vî rengî li hemî deverên Kurdistanê berdewam bin û bên çêkirin.

Ev pareka din a wan bizavan e yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser piştgirîkirin û hêsankirinan ji bo sektora taybet berdewam bûye û ev proje bi erkê şîrketên taybet û sektora taybet hatiye çêkirin. Hikûmet tenê piştgir bûye û hêsankarî jê re kiriye. Em dê di hemî sektoran de berdewam bin û yên ku hêsankariyan bikin û xizmeteka çêtir, zêtir bikeve xizmeta welatiyan, hikûmet dê piştgiriyê bide wan.

Pêştir jî gelek proje wesa hebûne ku bi taybetî di sektora çandiniyê de alîkariya me kiriye û alîkariya xûşk û birayên cotkar kiriye ku wan jî kariye berhemên xwe bifroşin û heta bikarin wan hinardeyî derveyî welat jî bikin. Ev dê bibe yek ji wan projeyên ku bikarin hemî hewcedariyên navxweyî dabîn bikin û ger hewce bike, bikarin hinardeyî derveyî welat jî bikin.

Ev hemî dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî dabînkirina ewlehiya xwarinê li ser asta Kurdistanê.

Ev proje dikare bi gelek projeyên din ve bê girêdan. Meseleya caneweran, xwedîkirina caneweran, kirîn û firotina caneweran, pêdivîtî bi alifî heye, pêdivîtî bi xwedîkirinê heye û gelek şîrketên din dikarin ji vê projeyê feydeyî werbigirin û bibin hevkar di temamkirina wê zincîrê de. Ji aliyekî din ve, bermayiyên wan caneweran ên ku paştir wekî xwarin tên bikaranîn, wek kevil an ew tiştên ku dimînin, dîsa bi projeyên din bên kirin, şîrketên din bikarin feydeyî jê werbigirin û zêdetir derfetên karî çê bikin.

Ez kêfxweş im ku min bihîst di vê projeyê de zêdetirî hezar derfetên karî hatine çêkirin û ev dilxweşker e. Careke din, ez serkeftinê ji we re dixwazim û ez hêvî dikim ku welatî êdî piştrast bin ku ew goştê ji vê projeyê, ji vê kargehê diçe supermarketan, goştekê saxlem, ewle û bikalitî ye û dikarin feydeyî jê werbigirin.

Ez destxwewşiyê li we dikim, her serkeftî bin.

Kurdistana me her avedan be.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment