1. Festîvala berhemên çandinî û xwemalî li bajarkê Herîrê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera yekê ya Festîvala Birinc û Berhemên Çandinî û Xwemalî li bajarkê Herîrê hat lidarxistin. Ev festîval sê rojan berdewam bû, 100 cotkar û kedkar tevlî wê bûn û mêvan û geştyaran bi carekê ji bo dîtin û kirîna berheman berê xwe da wê festîvalê.

Gera yekê ya Festîvala Birinc û Berhemên Çandinî û Xwemalî li bajarkê Herîrê hat lidarxistin û cotkar bi germ û gur tevlî wê bûn. Wê festîvalê derfetek ji bo cotkaran peyda kiriye ku îsal berhemên xwe li wê derê bifroşin.

Salar Mihemed ê cotkar ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ev çalakî ji bo nasandina berhemên navxweyî û xasma jî berhemê birincê Herîrê hatiye kirin.

Mîrata Mîrê Soranê li vê derê baş hatiye parastin. Tevlîbûna berfireh a jinan di vê festîvalê de wekî berhemfiroş û wekî bikir jî zîrekî û destheliya jinên wê derê di demên borî û niha jî de berçav dike.

Newroz Îsmaîl û berhemfiroş got: "Ez û hevjîna xwe û keçên xwe bi xwarinê tevlî vê festîvalê bûne."

Hatina bi carekê ya xelkê wê deverê û geştiyaran ji pêşbîniya amadekerên wê festîvalê derbaz bûye û vê yekê ew dilxweş kirine.

Amadekera Festîvalê Leyla Dilşad got: "Em dikarin bibêjin ku me armanca festîvalê hingaft ji ber ku ev roja sêyê ye û xelk hîn jî bi hejmareka mezin serdana festîvalê dike." Herwesa got: “Armanca me ji vê festîvalê ew bû ku em berhemên navxweyî yên bajarkê Herîrê bidin nasîn.”

Gera yekê ya Festîvala Birinc û Berhemên Çandinî û Xwemalî li bajarkê Herîrê sê rojan berdewam bû. Li gorî amarên çavdêrên wê festîvalê, zêdetirî 20 hezar mêvan û geştiyaran serdana wê kiriye.

Ev sê roj in Herîr di germ û gurekê de ye ku di dîroka wî bajarkî de bêhempa bûye, germ û gurek di navbera berhemfiroş û bikiran de ku rewşeka gelek xweş pêşkêşî biçûk, ciwan û mezinan kir.

 
Fly Erbil Advertisment