Ehmed Şera serdana Erebistana Siûdî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz ji bo nîqaşkirina çend mijarên girîng serdana Erebistana Siûdî dike.
Ajansa Sanayê ya Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê ragihand: “Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera sibe (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) serdana Erebistana Siûdî dike, da ku çend mijarên girîng bi Şanişînê Siûdî Mihemed bin Selman re nîqaş bike.”
Her li gorî wê çavkaniyê, Ehmed Şera dê di çarçoveya wê serdanê de xurtkirina alîkariyên hevpar di navbera herdu welatan de, bi taybetî di warên veberhênan û aboriyê de, û herwesa çend mijarên din jî yên girîng bi Şanişînê Siûdî re nîqaş bike.
Wê çavkaniyê amaje jî da: “Serokê Sûriyeyê her di çarçoveya wê serdanê de dê tevlî Konferansa Pêşengiya Veberhênana Paşerojê be, ku dê li Riyaza paytexta wî welatî bê lidarxistin.”
Konferansa Pêşengiya Veberhênana Paşerojê dê îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) dest pê bike û dê heta roja Pêncşemê (30ê Cotmeha 2025ê) berdewam be, ku dê nêzîkî 8 hezar kesan ji çar aliyên cîhanê tevlî wê bibin.
Ji piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê di dawiya sala borî de, ev serdan dê serdana sêyê ya fermî ya Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera ji bo Erebistana Siûdî be.
