Mesrûr Barzanî serdana xebatên dîzayna nû ya Geliyê Elî Begê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) serdana xebatên nûjenkirina havîngeha Geliyê Elî Begê bi dîzayna wê ya nû kir û niha gotarekê li wê derê pêşkêş dike.

Hûrgiliyên Projeyê:

Roja 28ê Gulana 2024an, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve kevirê bingehîn ê Pira Bilind a Soranê hat danîn. Ev proje, ligel çend projeyên din, weke beşek ji plana berfirehkirina jêrxaneya rê û banan li herêmê hat destpêkirin.

Di gotara danîna kevirê bingehîn de, Serokê Hikûmetê tekezî li ser pêşxistina bajarok û gundan kir, ne tenê giringîdana bi navendên parêzgehan.

Proje, ku salek beriya dema xwe ya diyarkirî hatiye temamkirin, dikeve xizmeta rêwiyên deverê. Ew dê Derwazeya Soranê û rêyên Hewlêr, Mêrgesor, Rewandiz û Çomanê bi hev ve girêbide.

Dîzayn û Taybetmendiyên Projeyê:

- Ev pira bilind, li ser asta Herêma Kurdistanê ya herî bilind e.

- Ji rêyeke sereke ya du-saydî pêk tê, bi dirêjahiya 2,905 metreyan.

- Her saydek ji 3 laynan (şerîtan) pêk tê.

- Dê bandoreke mezin li ser kêmkirina qerebalixiyê û bûyerên hatûçûnê bike.

Budce û Dema Temamkirinê:

- Zêdetirî 33 milyar û 358 milyon dînar jê re hatiye terxankirin.

- Proje ji aliyê kompanya û karkerên navxweyî ve hatiye cîbicîkirin.

- Ji bo temamkirina wê 900 roj hatibûn diyarkirin, lê beriya dema xwe bi dawî bû.

Destkeftiyên Kabîneya Nehem di warê jêrxaneyê de:

Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetirî 2,168 projeyên kolanan (cadeyan) li nav bajar û bajarokan hatine cîbicîkirin. Tevahiya budceya ku ji bo van projeyan hatiye terxankirin 2.2 trîlyon dînar bûye. Proje li gorî standardên cîhanî hatine encamdan û hemû pêdiviyên endezyariya hatûçûnê ji bo wan hatine dabînkirin.

Ji bo bihêzkirina jêrxaneya rê û banan çi tiştên din hatine kirin?

- 883 kîlometre xêzkirina kolanan.

- 59 pir û binpir.

- 16,000 hêmayên hatûçûnê.

- 45 kîlometre têlên hesinî (perjîn) ji bo rê û kolanan.

- 296 derbasgehên peyayan.

- 1,500 astengên lezkêmker (badok).

- Şiyana navxweyî: Cara yekem, karên endezyariya hatûçûnê ji aliyê tîmên xwecihî ve hatine kirin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment