Bi Beşdariyeke berfireh, salvegera damezrandina ENKSê li Qamişlo hat bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) 14emîn salvegera damezrandina xwe bi merasimeke girseyî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. Di merasimê de ku nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryanî, ligel kesayetiyên niştimanî û olî yên ji hemû pêkhateyan amade bûn, tekezî li ser berdewamiya xebatê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd hat kirin.
Di axaftinên ku di merasimê de hatin kirin de, hat tekezkirin ku ENKS pabendî encamên Konferansa xwe ya 26ê Nîsanê ye. Herwiha bi taybetî spasiya Serok Mesûd Barzanî hat kirin ji ber piştgiriya wî ya berdewam ji bo gelê Kurd û doza wî ya rewa li Rojavayê Kurdistanê.
Fesla Yûsif: Em spasiya hewlên Serok Barzanî dikin
Endama Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif ragihand ku damezrandina ENKSê pêwîstiyeke dîrokî bû û îro bûye navnîşana siyasî ya gelê Kurd li Sûriyê.
Fesla Yûsif got: "Di van 14 salan de, ENKSê bi dilsozî û bi hesteke bilind a niştimanî berevanî li mafên gelê Kurd kiriye û li hemberî hemû astengiyan gavên girîng avêtine. Em bi vê boneyê careke din tekez dikin ku em ê li ser rêbaza xwe berdewam bin û em spasiya rola girîng a Serokê hêja Mesûd Barzanî dikin ku her dem piştgiriya encûmena me û gelê me kiriye."
Mîdas Azîzî: Erkê ENKSê giran e
Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoyê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mîdas Azîzî amaje bi wê yekê kir ku erk û berpirsiyariyeke giran dikeve ser milê ENKSê.
Azîzî got: "Bi rastî, Encûmena Niştimanî weke sîwaneke siyasî ya Kurdî, erkeke giran di warê bidestxistina mafên Kurdan de û diyarkirina rola wan di paşeroja Sûriyê de hildigire. Pêwîst e kar di nav pêkhateya Ereb de jî were kirin da ku têkiliyên me bihêztir bibin."
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 26ê Cotmeha 2011an de, piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, ji hejmarek partiyên siyasî yên Kurd hate damezrandin. ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê ye û di qada siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de roleke girîng dilîze.
