Mesrûr Barzanî: Heta niha jî nikarin me rawestînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, li Stadyuma Werzîşê ya Soranê beşdarî ahenga mezin a cemawerî bû. Aheng ji aliyê herdu liqên PDKê yên 10 û 26ê Gulanê ve hatibû organîzekirin.
Di ahengê de, Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û di destpêkê de bi germî bixêrhatina xelkê devera Soranê kir û got: "Cemawerê xweragir û qehreman ê Îdareya Serbixwe ya Soranê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan, zarokên çiyayên serbilind ên Kurdistanê, xelkê qezayên navenda Soran, Mêrgesor, Sîdekan, Çoman, Riwandiz û Xelîfan, hûn hemû bi xêr hatin, ser seran û ser çavan."
Mesrûr Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo amadebûna di nav cemawerê deverê de anî ziman û silavên Serok Mesûd Barzanî gihand wan û got: "Ez gelekî kêfxweş im ku îro di xizmeta we de me û silavên rêber û merceê Kurdistanê, cenabê Serok Barzanî digihînim we."
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir û got: "Hûn hêz û moralê didin me, ew coş û kelecana ku emê pê ber bi serkeftineke mezintir ve ji bo lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê biçin. Em di van hilbijartinan de ji bo Bexdayê, ji bo piştgiriya van xwişk û birayên xwe gavan davêjin."
Mesrûr Barzanî herwiha got: "Em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz ve diçin. Ev hilbijartin jî weke hemû hilbijartinên din girîng e. Rast e vê carê ji bo Parlamentoya Iraqê ye, lê pêwîst e em biçin Parlamentoya Iraqê da ku berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin."
Cîgirê Serokê PDKê ragihand: "Berê jî biryara nexwazan ew bû ku me rawestînin. Di hilbijartinên borî de me got 'hûn nikarin', û niha jî em dibêjin 'hûn nikarin me rawestînin'."
Wî herwiha destnîşan kir: "Em xwedî dîrokeke dûr û dirêj a qurbanîdanê ne. Xebat û têkoşîna xelkê Kurdistanê û bi taybetî ya vê deverê, ji destpêka hemû şoreşan heta niha, berhema wê Kurdistaneke azad, serbilind û avadan bûye." Barzanî wiha domand: "Ji bo ku em avadaniya xwe biparêzin û destûr wekî xwe were cîbicîkirin, û ji bo ku em rê nedin nexwazên vî gelî ku mafên me yên destûrî binpê bikin, pêwîst e em hemû bi awayekî çalak beşdarî van hilbijartinan bibin, da ku em hêza Partiyê nîşanî hemû cîhanê bidin."
