Mesrûr Barzanî: Serdema navendîparêzî û dîktatoriyê bidawî hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, PDK garantora serkeftina Kurdistanê ye, herwiha cihê kêfxweşiyê ye ku ciwanên Kurdistanê berê xwe dane PDKê. Tekezî li ser wê yekê jî kir, ew ê bi ti awayî rê nedin careke din Iraq ber bi navendîparêzî û dîktatoriyê ve vegere.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 27ê Cotmeha 2025an, beşdarî ahenga piştgiriyê ji bo lîsta 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Soranê bû û tê de gotarek pêşkêş kir, ku ev deqa wê ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Cemawerê xweragir û qehreman ê Îdareya Serbixwe ya Soranê

Pêşmergeyên qehreman

Malbatên şehîdan ên serbilind 

Zarokên çiyayên Kurdistanê yên serbilind 

Xelkê qezayên navenda Soran, Mêrgesor, Sîdekan, Çoman, Rewandiz û Xelîfan, hûn hemû bi xêr hatin, ser seran û ser çavan.

Ez gelekî kêfxweş û bextewer im ku îro di xizmeta we yên birêz û xweşdivî de me û silavên rêber û merceê Kurdistanê, cenabê Serok Barzanî digihînim we.

Hûn hêzê didin me, moralê didin me, ew kelecana ku we heye, dihêle ku em berdewam bin li ser wê yekê ku em ber bi serkeftineke mezintir ve ji bo lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê, di van hilbijartinan de ji bo Bexdayê, ji bo piştgiriya van xwişk û birayan, gavan bavêjin. Daxwaz dikim ku em hemû bi hev re, li şûna we hemûyan, bi germî bixêrhatina hemû berbijêran bikin ku niha li vir ligel me amade ne ji bo hilbijartinên vê carê yên lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê. Gelekî bi xêr hatin.

Gelî birêzan:

Em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz ve diçin. Ev hilbijartin jî weke hemû hilbijartinên din girîng e. Rast e vê carê ji bo Parlamentoya Iraqê ye, lê pêwîst e em biçin Parlamentoya Iraqê da ku berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin.

Em xwedî dîrokeke dûr û dirêj a qurbanîdanê ne. Xebat û têkoşîna xelkê Kurdistanê û bi taybetî ya vê deverê, ji destpêka hemû şoreşan heta niha, encama wê ev bûye: Kurdistaneke azad, serbilind û avadan. Ji bo ku em avadaniya xwe biparêzin, ji bo ku destûr wekî xwe were cîbicîkirin, û ji bo ku em rê nedin nexwazên vî gelî ku karibin mafên me yên destûrî binpê bikin, pêwîst e em hemû bi awayekî çalak beşdarî van hilbijartinan bibin, da ku em hêza PDKê nîşanî hemû cîhanê bidin.

Gelî xwişk û birayan:

Pêwîst e em beşdarî van hilbijartinan bibin da ku xelkekî din li şûna me biryarê nede, da ku xwişk û birayên we, nûnerên we yên rastîn, dilsozên Kurdistanê, dilsozên rêbaza PDK û Barzanî, karibin li eniya pêş a Parlamentoya Bexdayê berevaniyê li mafên we bikin. Pêwîst e em hemû piştgiriya wan bikin. Pêwîst e roja hilbijartinê, em bi xwe, malbat, dost û hevalên xwe, em hemû biçin ser sindoqên dengdanê da ku em serkeftina herî mezin vê carê jî ji bo lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê bi dest bixin. Ka em bi hêminî û aramî, bi awayekî şaristanî beşdarî van hilbijartinan bibin. Em bi rewişta bilind a PDKtî û rêbaza Barzanî bangeşeyê dikin; bi hêminî, lê bi gavên saxlem, bi bawerî û bi pişta Xwedê, em bi dengê we ber bi serkeftinê ve diçin, înşellah.

Gelî birêzan:

Dema xelk we dibîne, hevalên me dilxweş dibin, û ez piştrast im ku nexwaz jî bi dîtina we bêhêvî bûne. Înşellah hûn ê her serbilind bin, her serkeftî bin, her hêzê bidin me û piştgirên PDK bin.

Berê jî biryara nexwazan ew bû ku me rawestînin. Di hilbijartinên borî de me ji wan re got 'hûn nikarin', û niha jî em dibêjin 'hûn nikarin me rawestînin'. Vê carê gotina me ne tenê dirûşm e, me bi kiryaran jî selmandiye ku tiştê em dibêjin, em dikarin bikin û em ê bikin jî. Xelkên din xwe ceribandine, û we jî derfet daye hemû aliyên siyasî ku bên xwe biceribînin û bibînin ka dikarin çi destkeftiyan ji bo xelkê Kurdistanê bi dest bixin. Ez dikarim bi piştrastî rastiyekê ji we re bibêjim: Her çi destkeftiyek hebe, bi serpereştiya PDK bi dest ketiye. Ti aliyekî bêyî PDK nekarî ti destkeftiyekê ji bo vî gelî bidest bixe.

Yên ku hevpeymanên PDK bûn, beşdarî serkeftinan bûn. Yên ku ligel PDK sekinîn, şanaziyê bi serkeftinên PDK dikin û ew bi xwe jî dikarin şanaziyê bi beşdariya xwe bikin. Lê yên ku nexwazên PDK bûn, yên ku xwestin rê li PDK bigirin, yên ku xwestin xelkê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, niha em hemû dibînin ew li ku ne û PDK li ku ye. PDK bêguman niha li ser asta Kurdistanê ti rikaberê wê nîne, PDK partiya siyasî ya herî bihêz a Kurdistanê ye û em dixwazin vê carê wê hêzê bibin Bexdayê da ku li Bexdayê jî berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û hemû Iraqê bikin.

Ev çiya şahid in, şahidê qurbanîdana PDK ne, yê xebata PDK ne, yê Pêşmerge ne. PDK xwedî dîrokeke tijî serwerî û qurbanîdanê ye, xwedî hejbeyeke tijî destkeftî û proje ye û xwedî paşerojeke tijî hêvî û omîd e.

Gelî birêzan:

Bi rastî hûn wisa dikin ku ne tenê dilê me xweş bibe, lê em şanaziyê bikin ku em beşek ji we ne, şanaziyê bikin ku em PDK ne.

Dema em diçin daxwaza baweriya welatiyan dikin, ji bo du tiştan e: Yek, em dixwazin welatî berdewam bin li ser dayîna baweriyê bi me, da ku em jî di xizmetkirina we de berdewam bin. Em dixwazin dengê welatiyên me ligel me be, da ku em karibin berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin. Ne tenê divê em van destkeftiyên heyî biparêzin, lê belê PDK xwedî bernameyek e ji bo paşerojeke baştir, Kurdistaneke avadantir. Pêwîstiya me bi deng û baweriya we heye, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku hûn vê carê jî ligel PDKê bisekinin, piştgiriyê bidin PDKê, da ku PDK karibe hemû dijmin û nexwazên Kurdistanê bêhêvî bike û Kurdistanê ber bi qonaxeke geştir û ronîtir ve bibe.

Dema em daxwaza baweriya we dikin, em dikarin amaje bi destkeftiyên xwe jî bikin. Em ne tenê sozan didin, em ne tenê dipeyivin. Dema me soz da, me cîbicî kir; dema em axivîn, me bi cih anî. Dema me got em ê xizmeta we bikin, me kir. Niha jî pêwîst e em zêdetir xizmeta we bikin, lê ji bo ku em karibin di xizmetkirina we de serkeftîtir bin, pêwîstiya me bi piştgiriya we hemûyan heye. Ligel me bin da ku em ber bi paşerojeke geştir ve gavan bavêjin.

Me berê soza xizmetkirina we û pêkanîna projeyan dabû we. Şoreşa avadaniyê ya PDKê dest pê kiriye. Kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PDKê serpereştiya wan kiriye, kevirê bingehîn ê avadaniya Kurdistanê daniye û em roj bi roj projeyên zêdetir ji bo we çêdikin. Ev erk e, ne minet e. Her tiştê em dikin em weke erkê xwe dizanin û em şanaziyê bi xizmetkirina we dikin.

Dixwazim vê mizgîniyê bidim navenda bajarê Soranê; roja Pêncşemê ya vê hefteyê projeya 'Ronakî' bi awayekî fermî li navenda bajarê Soranê dikeve kar û hûn hemû dê bibin xwediyê kehrebeya 24-saetî. Bernameya me jî ew e ku sala bê tevahiya Kurdistanê bibe xwediyê kehrebeya 24-saetî. Ev pirsgirêkek bû ku 30 sal in Iraq pê dinalî, lê vê carê me karî vê pirsgirêkê çareser bikin.

Berî ku ez bêm vir, ez beşdarî vekirina Pira Bilind a Derwazeya Soranê bûm, ku beşek ji wan projeyên xizmetguzariyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo we dike. Lê ji bîr nekin, ev hikûmet e ku PDK serpereştiya wê dike, lewma bi vî rengî xizmeta we dike. Ev beşek ji wan projeyan e ku me hene, da ku em asta şaristaniyê li seranserê hemû deverên Kurdistanê bilind bikin, jiyara xelkê baştir bikin, xizmetguzariyan berfirehtir bikin, rê û banan berfireh bikin û ava bikin. Tiştê me kiriye di avakirina jêrxaneya aborî de, beşek ji vê projeyê ye ku em ê înşellah di pêşerojê de jî li ser berdewam bin.

Tiştê me kiriye di projeya 'Ronakî', projeya 'Hejmara Min', av, xizmetguzarî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de li wezaretên hikûmetê, hemû ji bo wê yekê bûye ku xizmeta welatiyan bê kirin. Ji ber ku PDK xwe weke armanc nedîtiye, xelk armanca me ye û xizmetkirina xelkê armanca me ye. PDK amraz e û PDK şanaziyê dike ku bibe xizmetkarê we.

Berevajî vê, kesên ku her tim xwestine xelkê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin hene. Armanca wan bidestxistina berjewendiyên xwe bûye û xelk ji bo xwe bikar anîne. Em xwe dikin qurbana xelkê. Ciyawaziya PDKê û aliyên din ev bûye û hûn jî baş dizanin. Ji ber vê yekê em dibînin ku roj bi roj alîgirên PDKê zêde dibin û PDK di geşbûnê de ye, lê aliyên din ber bi jêr ve diçin. PDK her ber bi lûtkeyê ve diçe û her ber bi serkeftinê ve diçe.

PDK rêyeke hêsan nehilbijartiye. Tiştê PDKê xwestiye, rêya rast hilbijartiye, rêya durist hilbijartiye, xizmetkirina Kurdistanê hilbijartiye, parastina hebûna Herêma Kurdistanê û kerameta xelkê Kurdistanê hilbijartiye. Ev rê ne hêsan e, dijwar e. Rêya hêsan ew e ku tu xwe teslîm bikî. Rêya hêsan ew e ku tu bi gotina nexwazan teslîm bibî. Rêya hêsan ew e ku îradeya te nemîne. Lê di ferhenga PDKê de ne xwe-teslîmkirin heye, ne jî xwe-tewandin. Rêya me dijwar û bi ser de ye, lê hûn dizanin çima? Ji ber ku em ber bi lûtkeyê ve diçin. Em dixwazin xelkê Kurdistanê weke xelkê hemû welatên pêşketî bijî û hemû xizmetguzariyên ku hêjayî xelkê Kurdistanê ne, ji wan re bên dabînkirin; di dibistanan de, nexweşxaneyan de, rê û banan de, her çi xizmetguzarî hebe, divê ji bo vî xelkî bê dabînkirin. Bêguman em dikarin vê bikin, lê ji bîr nekin ku kesên ku her tim rê li me girtine jî hene. Kesên ku her tim nehiştine PDKê bigihîje armancên xwe, nehiştine xizmeta xelkê Kurdistanê bike, jî hene. Em berdewam bûn ji ber ku îradeya me xurt bû û em ê berdewam jî bin. Lê pêwîstiya me bi dengê we, bi baweriya we heye, da ku em berdewam bin û ti nexwaz nekare rê li serkeftinên me bigire.

Bi me, hikûmet ji bo xizmetguzariyê ye, ne ji bo destkeftiyan e, ne ji bo îmtiyazan e. Em tekez dikin ku divê hikûmeteke xizmetguzar li Kurdistanê berdewam be. Hikûmeteke ku li seranserê Kurdistanê be; weke cenabê Serok got, (yek leşker, yek parlamento, yek hikûmet hebe). Hikûmeteke ku dûrî berjewendiyên şexsî be, dûrî destkeftiyên şexsî be. Hikûmeteke ku leşker bi biryara yek kesî û PDKê neyê livandin. Hikûmeteke ku dahata wê vegere xezîneya hikûmetê û ji bo xizmeta Kurdistanê be. PDK dê berdewam be li ser tekezkirina wê yekê ku divê hikûmeteke hêja li Kurdistanê berdewam be û bi piştgiriya we ew hikûmet dê berdewam be.

Gelî xwişk û birayan:

Rast e, li ser asta Iraqê demeke dirêj e destûreke me heye û hêviya me ew bû ku ew destûr weke xwe were cîbicîkirin. Bawerî û piştrastiya me ew bû ku aliyên desthilatdar ên li Bexdayê dê hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê weke xwe cîbicî bikin, xalên destûrê dê weke xwe bên cîbicîkirin. Lê mixabin, ew ne di asta wê emanetê de bûn. Ne tenê mafên destûrî binpê kirin, lê niha hevpeymaniyan ava dikin û sozan didin hev ku hebûna Herêma Kurdistanê nehêlin. Lê bila bizanibin, Xwedê ligel me ye, hûn ligel me ne. Her kesê ku bifikire Kurdistanê dagir bike, dê serê xwe li çiyayên Kurdistanê bixe.

Em naxwazin tola xwe ji kesî hilînin, em naxwazin dema xwe bi bersivdana kesî winda bikin. Bernameya me serxistina ezmûna me ye, cîbicîkirina karên me yên xizmetguzariyê ye, xizmetkirina xelkê me ye, cîbicîkirina projeyên me ye. Li hemberî her planekê, em bi sedan projeyan ava dikin. Li hemberî her astengiyekê, em bi sed gavan ber bi pêş ve diçin.

Hikûmeta Federal a Iraqê ne hikûmeta yek alî ye. Em beşek ji wê hikûmetê ne; bi dengên xwe, bi hebûna xwe, bi hêza xwe. Pêwîst e beşdariyeke me ya çalak hebe da ku ti alî bi tena serê xwe biryarê li ser çarenivîsa me nede. Pêwîst e xelkê me, nûnerên me, xwişk û birayên we, beşdarî biryardana li ser paşeroja Herêma Kurdistanê û heta ya tevahiya Iraqê jî bibin. Niha xelk çavê xwe dide we. Bajarên din ên Iraqê, parêzgehên din ên Iraqê çavê xwe didin Herêma Kurdistanê, dinêrin ka Kurdistan çawa pêş ketiye. Lê kesên din hene ku di çewisandina raya giştî de berdewam in, ji wan re dibêjin Herêma Kurdistanê mafê wan xwariye. Birêzan, Herêma Kurdistanê mafê kesî nexwariye, lê mafê me hatiye xwarin. Lê divê dawî li vî mafxwarinê bê û divê xwişk û birayên me berevaniyê bikin, daxwaza sepandina destûrê û vegerandina hemû mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin. Bi 5%ê dahata Iraqê me Kurdistan bi vî rengî avadan kir, bi 95%ê dahata Iraqê, kerem bikin bipirsin ka çi xizmet ji bajarên din ên Iraqê re hatiye kirin?

Pêwîst e em ligel xwe, ligel xelkê xwe û xwişk û birayên xwe yên Ereb, welatiyên din ên Iraqê, xwişk û birayên me yên Tirkmen, Xiristiyan, rastgo bin. Divê ew hemû bizanibin, Kurdistan ligel wan radiweste. Kurdistan vê carê ne tenê daxwaza mafê xwe dike, daxwaza mafê her takekesekî xelkê Iraqê dike. Ew pereyên ku ji bo xelkê Kurdistanê nehatin, mûçeyên wan birîn, budceyên wan birîn, nehiştin û alîkariya me nekirin da ku em zêdetir pêş bikevin. Lê me li bendê ma ku bibînin li deverên din ên Iraqê çi kirine. Dema em dibînin ku tiştek nekirine, divê vê carê ew berpirs li hemberî hemû xelkê Iraqê berpirsiyar bin û aşkera bikin ku wan neheqî li Herêma Kurdistanê kiriye, neheqî li hemû bajarên din ên Iraqê kiriye. Vê carê daxwaza me, daxwaza xelkê Kurdistanê ew e ku eniyeke bihêz were avakirin ji bo pêşxistina demokrasiyê, ji bo sepandina federalîzmê, ji bo xizmetguzariyê, ji bo ku destûr weke xwe were cîbicîkirin û neyê binpêkirin. Li hemberî her fikreke şovenîst, li hemberî her fikreke ku li ser navendîparêzî û dîktatoriyê difikire, li hemberî her gendeliyê, vê carê PDK ligel her azadîxwazekî radiweste, ligel hemû wan aliyên ku daxwaza dadperweriyê dikin radiweste, û em bi hev re dikarin wê xewnê bikin rastî. Serdema navendîparêzî û dîktatoriyê bi dawî bûye. Divê her kesê ku bifikire ku Iraqê ber bi navendîparêziyê ve dibe û ber bi dîktatoriyê ve gavan davêje, zanibe ku xelkekî me yê hişyar heye, Pêşmergeyên qehreman hîn hene, zarokên Pêşmerge hîn hene, ew fikra azadîxwaz a ku li Kurdistanê hatiye çespandin, hîn berdewam e. Em ê bi ti awayî rê nedin ku careke din Iraq ber bi navendîparêzî û dîktatoriyê ve vegere. Em dixwazin ezmûna xwe bi aliyên din ên Iraqê re parve bikin, em dixwazin alîkariya wan jî bikin. Em dixwazin Iraq, ku welatekî dewlemend e, bextewer be, pêş bikeve, pêşketina aborî li seranserê welat berdewam be. Eger Iraq pêş bikeve, bextewer be, xelkê Iraqê dilxweş be, jiyara wan baştir be, xelkê me jî dikare zêdetir sûdmend bibe, kargehên me jî dikarin zêdetir berhemên xwe ji bo navend û deverên din ên Iraqê bişînin. Em dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn ber bi azadî, aştî û aramiyê ve biçe. Ev ne dirûşma PDKê ye, ev tiştek e ku PDK ji kûrahiya dilê xwe, bi baweriyeke xurt pê bawer e ku em ligel aştiyê ne, ligel pêşketinê ne, ligel banga azadîxwazan in.

Gelî xwişk û birayan:

Bernameyên me yên gelek mezin ji bo pêşxistina Kurdistanê hene; ji bo her herêmekê, her yek li gorî taybetmendiya xwe. Niha sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi hemû deverên xwe ve, bi hemû gund û gundewarên xwe ve, bi wî dîmen û sirûşta xwe ya xweşik, dikare bibe yek ji xweşiktirîn cihên geştyariyê, ne tenê li Rojhilata Navîn, belkû li ser asta cîhanê. Bernameya me heye û me dest bi beşek ji bernameyên xwe kiriye. Niha projeya herî mezin a geştyariyê li Geliyê Elî Beg dest pê kiriye û ev tenê destpêk e. Dema ku bi dawî bibe, wê demê hûn ê bibînin ku xelkê vê herêmê dê çiqas sûdmend bibe ji wan projeyên ku Hikûmeta Herêmê di sektora geştyariyê de ji bo vê navçeyê dike. Projeyên me ji bilî wir, li hemû cihan li derdora we hene; di çêkirina bendavan, çêkirina otêlan, çêkirina rê û banan, hêsankirina karûbaran ji bo xelkê û peydakirina derfetên kar de. Bernameya me heye, lê pêwîstiya me bi we heye. Bi hev re, em dikarin van hemû projeyan bikin rastî, çawa ku me yên berê kirin rastî. Van projeyan hemû dê di demeke nêzîk de bibin rastî û hûn bi xwe dê wan bibînin.

Bernameya me heye ku ji Hacî Omeranê heta Hewlêrê, rê bibin du-alî. Bernameya me heye ku ti gund û gundewarek li vî welatî nemîne ku destê xizmetguzariyê negihîje wê. Bernameya me heye ku em asta jiyara xelkê Kurdistanê li her derê baştir bikin. Lê birêzan, bila ew tişt jî di bîra we de be; di demekê de ku em bernameyan ji bo baştirkirina jiyana we datînin, kesên ku daxwaz kirine mûçe û budceya Herêma Kurdistanê bê birîn, hebûne. Kesên ku ji bo şikandina PDKê, xwestine zirarê bigihînin tevahiya Kurdistanê, hebûne. Lê em pasewanên Kurdistanê ne, em parêzvanên Kurdistanê ne û em ê di parastina vê ezmûnê de berdewam bin, em ê di xizmetkirina we de berdewam bin.

Projeyên me yên mezin ên pîşesaziyê hene, projeyên me di hemû sektoran de hene. Projeyên me yên mezin di sektora geştyariyê de, di çêkirina rê û banan de, weke min behs kir, hene. Hinek ji we dîtine, ew pira bilind a ku me îro vekir û cihên din jî hene ku înşellah di dawiya îsal de ber bi temambûnê ve diçin. Projeyên me ji bo sektora çandiniyê hene, projeyên me ji bo pêşxistina sektorên perwerde û tenduristiyê hene. Ev yek ji wan jî ne soz in, ji ber ku kiryarên me belgeya gotinên me ne. Em tenê napeyivin, lewma jî xelk bi me bawer e, ji ber ku dema em sozekê didin, em wê cîbicî dikin.

Gelî xwişk û birayan:

Tişta ku cihê kêfxweşiyeke mezin e, û dixwazim ji vir behsa tiştekî din jî bikim, li Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî, wekî mizgîniyekê be ji bo wan xwişk û birayan jî, ew jî dê di demeke nêzîk de bibin xwediyê kehrebeya 24-saetî. Me xwestiye ku destê avadaniyê bigihîje hemû deverên Kurdistanê, me xwestiye ku bêyî cudahî hemû Kurdistan sûdmend bibe ji wan projeyên xizmetguzariyê yên ku PDK dahênerê wan e, lê pêwîstiya me bi piştgiriya xelkê heye. Li van herêmên ku xelkê piştgiriya PDKê kiriye, berhem jî diyar in. Em daxwaz dikin ku tevahiya Kurdistanê piştgiriya PDKê bike, da ku berhemê destê PDKê li tevahiya Kurdistanê xuya bibe.

PDK amade ye û her tim di gihandina xizmetguzariyan de ji bo hemû cihan, bêyî cudahî, berdewam bûye, ji ber ku PDK hemû Kurdistanê weke milkê xwe dizane û xwe jî weke xizmetkarê hemû Kurdistanê dibîne.

Gelî birêzan, tiştê ku gelekî cihê kêfxweşiyê ye ew e ku, ez dibînim ev demeke dirêj e ku gelek ciwanan berê xwe daye PDKê. Ciwan gihiştine wê baweriyê ku tenê aliyê rastgo ku sozên xwe bi cih tîne, dikare xwe ligel ciwanan ji bo paşerojeke geştir û aramiya zêdetir biguncîne, PDK ye. Ciwanan, bi xêr hatin nav PDKê. Rast e, PDK xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, rast e temenê PDKê mezin e, lê xwîna PDKê ciwan e û hûn nahêlin PDK ti carî pîr bibe. Bi xwîna ciwan a we yên xweşdivî, PDK dê her weke ciwan bimîne û dê her berê wê li avadanî û pêşketinê be.

Daxwaza min ji hemû ciwanên xweşdivî heye, ne tenê ji we yên birêz ku li vir in, daxwaza min ji hemû ciwanên Kurdistanê yên ku me dibînin heye: Berê xwe bidin PDKê, bi xêr hatin nav PDKê. PDK partiya we ye, PDK paşeroja vî welatî ye, PDK garantora serkeftina Kurdistanê ye, PDK Kurdistan e.

Gelî xwişk û birayan:

Daxwaza min ji we hemûyan heye; ji ciwan û kalan, ji xwişk û dayikan, em hemû. Em hemû xwediyê vî welatî ne, kesek ji me zêde nîne. Pêwîstiya me bi dengê her takekesekî ji we heye. Her yek ji we pêwîst e. Ez dizanim dibe ku hûn piştrast bin ku PDK dê serbikeve, înşellah em ê biser bikevin, lê pêwîst e em serkeftina herî mezin bidest bixin. Pêwîst e her kes hêza PDKê bibîne. Daxwazê ji we dikim ku hûn bi xwe û ligel hemû malbatên xwe, roja dengdanê biçin ser sindoqên dengdanê. Bila em tenê bi serkeftineke biçûk razî nebin. Em daxwaza serkeftineke mezin dikin. Em daxwaz dikin ku li ser asta Iraqê, PDK bibe lîsta herî mezin û serkeftî ya van hilbijartinan.

Ez zêdetir dema we nagirim. Daxwazê ji we dikim ku ji bo serxistina lîsta 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bo serxistina berbijêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê, em hemû soza xwe bidin hev ku em ê biçin ser sindoqên dengdanê û kar bikin ku PDK serkeftinên mezintir bi dest bixe.

Her bijîn, her serkeftî bin, bila Kurdistan her avadan be. Gelek gelek bi xêr hatin, ser seran û ser çavan.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment