Baroya PDKê ya Kerkûkê bersiva aliyan dide: Gotinên Mesrûr Barzanî siyaseta me ya bingehîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê, derbarê karvedanên hinek aliyên siyasî li ser gotinên Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî de, daxuyaniyek belav kir. Berdevkê Baroyê Luqman Husên ragihand, ew bi tevahî piştgiriya gotinên Mesrûr Barzanî dikin û ew gotin ne tenê ji bo hilbijartinan in.

Di daxuyaniyê de, Baroya PDKê ya Kerkûkê helwesta xwe bi çend xalan aşkera kir:

1. Siyaseta PDKê û Madeya 140:

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: "Em weke Baroya Rêxistinê ya Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê, bi tevahî piştgiriya gotinên binirx ên birêz Mesrûr Barzanî dikin. Gotinên wî yên li ser Kerkûkê ne babeteke hilbijartinê ye, belkû derbirîna cewhera siyaseta PDKê ye ji bo Kerkûkê. Cîbicîkirina Madeya 140 a destûrê tekane çareserî ye û ji bo cîbicîkirina wê jî, birêz Barzanî tekez kir ku divê destûr wekî xwe were cîbicîkirin."

2. Banga Veguhestina Ezmûna Hikûmraniyê:

Baroya PDKê piştgiriya xwe ji bo banga Mesrûr Barzanî dûpat kir ku xelkê Kurdistan û Kerkûkê baweriya xwe bi PDKê bînin û dengê xwe bidin lîsta 275an. Armanc ew e ku "em ezmûna serkeftî ya hikûmraniyê veguhezînin Kerkûkê û Kerkûkê bikin bajarê avadanî, xizmetguzarî û pêkvejiyana hemû pêkhateyan."

3. "Gelo Kerkûk ne Dagirkirî ye?"

Di beşeke din a daxuyaniyê de bi awayekî pirsyarî hatiye gotin: "Kerkûk dagirkirî ye..? Em jî vê pirsê ji xelkê Kerkûkê dikin; gelo Kerkûk ne bûye leşkergeh û hemû desthilat ne di destê leşkeran de ye? Rojane li ber çavê hemûyan neheqî, zilm û destdirêjî li cotkarên Kurd li deverên Sergeran, Dubiz, Daqûq, Topzawe û herêma Kakeyiyan, bi wesayîtên leşkerî û piştgiriya artêşê, nayê kirin?"

4. Rewabûna PDKê û Dagirkirina Baregehan:

Di dawiyê de, daxuyanî amaje bi dîroka PDKê dike û dibêje: "Partiya Demokrat a Kurdistanê partiya herî mezin a Kurdistana Iraqê ye û temenê wê 79 sal e. Li Iraq û Kurdistanê rê pê hatiye dayîn ku karê xwe yê siyasî bike. Organên me her li Kerkûkê bûn û piştî vegera baregehên me, niha jî beşek ji wan baregehan hatine dagirkirin û hevalên me di xaniyên kirê de karên xwe yên partîtî dimeşînin."

 
Fly Erbil Advertisment