Bi amadebûna Serok Barzanî, Konferanseke Navdewletî ji bo nasandina jenosîda Kurdan dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 28ê Cotmehê li Dihokê, pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya hevbeş a Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Tenduristiyê dest pê kir.
Konferans di bin navê "Belgekirina Zanistî ya Tawanên Enfalê û Gorên Bikomî, ber bi Naskirina Navdewletî ya Jenosîda Gelê Kurd" ve tê lidarxistin. Armanca sereke ya konferansê komkirina belge û lêkolînên zanistî ye ji bo ku van tawanan li qada navdewletî weke jenosîd bidin naskirin.
Lêkolîn û gotûbêjên konferansê dê li ser çend mijarên serekî û girîng bisekinin, ku ev in:
- Antropolojiya bijîşkiya dadwerî.
- Naskirina doza jenosîda Êzidiyan.
- Lêkolînên li ser gorên komî.
- Rola DNAyê û naskirina genetîkî ya qurbaniyan.
-Aliyên yasayî yên tawana jenosîdê.
- Bandorên çekên kîmyewî li ser gelê Kurd.
- Metodên belgekirina jenosîdê.
- Encamên derûnî û civakî yên jenosîdê û trawmayên piştî Enfalê.
