Serok Barzanî li Konferansa Jenosîdê: Pêwîst e garantî hebe ku tawan dubare nebin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Cotmehê, Pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya taybet bi Jenosîda Gelê Kurd li bajarê Dihokê dest pê kir. Di gotara xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya garantiyekê kir ku tawanên jenosîdê careke din dubare nebin û bang li Hikûmeta Iraqê kir ku qerebûya qurbaniyan bike.
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de got, "Qedera gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de, her êş, azar û stemkarî bûye, bi taybetî di sedsala borî de, bi awayekî gelekî birêkûpêk û plankirî, jenosîda gelê Kurd dest pê kir. Ji Kurdên Feylî dest pê kir."
Herwiha eşkere kir, "Wekî ku me zanî û ji me re hatiye selmandin, beşeke mezin ji ciwanên Kurdên Feylî û Barzaniyan, ji bo deverên Ekaşat û Qayim hatibûn birin û çekên kîmyewî li ser wan hatibûn ceribandin."
"Me Tol Hilneda, Lê Divê Dadwerî Pêk Were"
Serok Barzanî amaje bi rewişta bilind a gelê Kurd kir û got: "Ji wê roja ku Xwedayê Mezin desthilat da gelê Kurd, neçû tola xwe hilîne. Bi taybetî di dema Serhildana sala 1991an de, du feyleqên artêşa Iraqê ketin bin destê xelkê Kurdistanê û Pêşmerge, wê demê yek serbazekî Iraqî jî nehat kuştin û nehat biçûkxistin. Ew, heman serbaz bûn ku zêdetirî 4,500 gundên me wêran kiribûn û Enfal û gelek tawanên din li dijî gelê Kurd pêk anîbûn."
Serok Barzanî da zanîn ku qurbanî bi serbilindî şehîd bûne, lê tawanbaran bi rûreşî û şermezarî çûne ber dilovaniya Xwedê.
Serok Barzanî tekez kir, ya herî girîng ew e ku garantî were dayîn da ku ev tawan dubare nebin û got, "Nabe kesên bêsûc bên kuştin tenê ji ber ku Kurd in." Di heman demê de, spasiya parlamentoyên Swêd, Brîtanya û hemû wan welatên ku tawanên li dijî gelê Kurd weke jenosîd nasandine, kir.
"Divê Bexda Qerebûya Qurbaniyan Bike"
Derbarê helwesta Iraqê de, Serok Barzanî got: "Rast e sala 2008an Parlamentoya Iraqê tawan weke jenosîd nasand, lê ti kar pê nehat kirin. Pêwîst e Hikûmeta Federal qerebûya kesûkarên enfalkiriyan bike."
Serok Barzanî hêviya xwe ji bo paşerojê anî ziman û got: "Hêvîdar im piştî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê, rewşeke aramtir û saxlemtir were pêş. Rewşeke ku destûra heyî serwer be, hem di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hem jî di navbera welatî û hikûmetê de. Eger destûr serwer be, ti pirsgirêkên me namînin, lê eger keyfa şexsî biryarder be, pirsgirêkên me dê berdewam bin û mezintir jî bibin."
"Divê Destûr Serwer be û Çanda Enfalê li Iraqê Nemîne"
Serok Mesûd Barzanî hişyarî da ku hîn jî kesên di bin bandora "çanda Enfalê" de mane hene û tekez kir ku tekane çareseriya pirsgirêkan serweriya destûrê ye, ne "keyfa şexsî".
Serok Barzanî diyar kir ku mixabin hîn jî zihniyeta ku bû sedema jenosîda Kurdan li Iraqê maye û got: "Mixabin, lê heta niha jî hinek kes mane ku di bin bandora wê çanda ku Enfal pêk aniye de ne. Nabe ev çand li Iraqê bimîne."
Derbarê pêşeroja Iraqê û têkiliyên bi Bexdayê re, Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku piştî hilbijartinên bê, rewşeke baştir were pêş û got: "Hêvîdar im piştî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê, rewşeke aramtir û saxlemtir were pêş. Rewşeke ku destûra heyî serwer be, hem di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hem jî di navbera welatî û hikûmetê de."
Serok Barzanî tekez kir: "Eger destûr serwer be, ti pirsgirêkên me namînin, lê eger keyfa şexsî biryarder be, pirsgirêkên me dê berdewam bin û mezintir jî bibin."
