Numan Kurtulmuş: Zimanê dayikê yê her kesî weke şîrê dayikê helal e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, zexta li ser nasnameya Kurdî êdî nikare li Tirkiyeyê bibe pirsgirêk û got: "Zimanê dayikê yê her kesî weke şîrê dayikê helal e." Lêbelê, wî destpêkirina reformên yasayî bi mercê danîna çekan a temamî ji aliyê PKKê ve girê da.
Kurtulmuş diyar kir ku divê her kes nasname û çanda xwe pêş bixe û nasnameyên cihêreng bên qebûlkirin. Herwiha got: "Redkirina nasnameya xwişk û birayên me yên Kurd ku beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê ne, êdî nikare bibe mijar. Divê em nasnameyên cuda qebûl bikin."
Serokê Parlamentoyê amaje bi axaftina xwe ya hefteya borî ya li Diyarbekirê kir ku bi çarîneyeke Kurdî dawî lê anîbû û got, mebesta wî ji vê yekê peyama "yekîtî, pêkvejiyan û biratiyê" bûye.
Derbarê zimanê dayikê de, Kurtulmuş helwesteke nerm nîşan da û got: "Zimanê dayikê yê her kesî weke şîrê dayikê helal e. Dayika min Tirk e, lewma ez bi Tirkî dizanim. Eger dayika kesekî din ji neteweyeke cuda be, bila çawa bixwaze bi zimanê dayika xwe biaxive. Lê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku kesek zimanê dayikê bike hincet ji bo parçebûneke siyasî."
Mercê ji bo Reformên Yasayî
Numan Kurtulmuş vekişîna PKKê ji axa Tirkiyeyê weke "gaveke gelek girîng û berbiçav" binav kir, lê di heman demê de mercê hikûmetê ji bo pêngavên paşerojê jî aşkere kir.
Herwiha got: "Reformên yasayî dest pê nakin heta ku yekeyên me yên ewlehiyê piştrast nebin ku rêxistinê bi temamî çek daniye û di proseya xwehilweşandinê de berdewam e."
