Qonaxa Sêyem a dabeşkirina zeviyan bi ser fermanberan de dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, hûrgiliyên qonaxa sêyem a dabeşkirina zeviyan bi ser fermanberan de ragihand û diyar kir ku ev pêngav li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, weke xelatekê ji bo xweragiriya fermanberan.

Wezîrê Şaredariyê Sasan Ewnî îro 28ê Cotmeha di kongreyeke rojnamevanî de got: "Îro qonaxa sêyem a dabeşkirina zeviyan bi ser fermanberan de dest pê dike."

Ewnî diyar kir jî: "Di vê qonaxê de zêdetirî 5,708 parçe zevî tên dabeşkirin." Herwiha got, proses bi giştî nêzîkî 14 hezar parçe erd li xwe digire, ku beşek jê ji bo qerebûkirina xwediyên zevî û cotkaran hatiye veqetandin û ya mayî dê li ser fermanberan bê dabeşkirin.

Sasan Ewnî destnîşan kir ku "Rêveberiya Nexşedanana Avadaniyê ya Hewlêrê dîzayneke xweşik ji bo nexşeya parçeyan amade kiriye û standardeke bilind li ber çavan girtiye."

Derbarê fermanberên Enkawayê de, Wezîrê Şaredariyê got: "Ji ber girîngî û taybetmendiya bajarokê Enkawayê û sînordariya zeviyan li wir, li ser fermana Serokê Hikûmetê, biryar hatiye dayîn ku 1,279 fermanberên bajarokê Enkawayê li cihekî taybet û ligel fermanberên Hewlêrê erd werbigirin." Da zanîn jî, ev yek ji bo parastina taybetmendiya pêkhateyên Enkawayê û dabînkirina zeviyan ji bo fermanberên wî bajarokî ye.

Di dawiya axaftina xwe de, Sasan Ewnî pîrozbahî li wan fermanberan kir ku di vê qonaxê de zevî werdigirin û tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di xizmetkirina welatiyan û cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de berdewam be.

 
Fly Erbil Advertisment