Salvegera çûna Pêşmerge bo Kobanê: Rûpeleke dîrokî ya yekrêziya neteweyî
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 11 sal di ser çûna hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanê re, derbas dibin. Pêngavek ku hevsengiya şer li dijî DAIŞê bi temamî guherand û bû sedema rizgarkirina bajêr ji metirsiya ketinê. Piştî bidawîhatina erkê xwe, Pêşmerge bêyî ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî de bike, bi serbilindî vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Berî 11 salan, di rewşeke gelekî dijwar de, piştî 134 rojan ji berxwedana şervanan, nêzîkî %80ê bajarê Kobanê ketibû destê terorîstên DAIŞê û bi hezaran welatî koçber bûbûn. Di wê qonaxa hestiyar de, li ser daxwaza Serok Barzanî, hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo piştgiriyê berê xwe dan Kobanê.
Biryara Dîrokî ya Parlamentoya Kurdistanê
Roja 22ê Cotmeha 2014an, Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Serok Barzanî civiya û bi piraniya dengan biryara şandina hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê pesend kir. Ev biryar weke pêngaveke yekrêziya neteweyî hat dîtin. Li ser vê bingehê, roja 28ê Cotmeha 2014an, yekem karwana hêzên Pêşmerge ku ji 150 Pêşmerge, 40 wesayîtên leşkerî û çekên giran û sivik pêk dihat, ber bi Kobanê ve bi rê ket.
Li seranserê rê, ji Başûr heta Bakur û gihîştina Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê, sirûda neteweyî, çepik û tilîliyan pêşwaziyeke germ li hêzên Pêşmerge kirin. Ev bûyer di heman demê de dengvedaneke mezin di medyaya cîhanî de jî peyda kir.
Guherandina Hevsengiya Şer
Bi gihîştina hêzên Pêşmerge re, hevsengiya şer hat guherandin. Di demekê de ku tenê %20ê Kobanê di destê şervanan de mabû, Pêşmerge û şervanan mil bi milê hev dan û rûbirûyî DAIŞê bûn. Wan karî cihên stratejîk ên weke Girê Kaniya Kurdan û taxa Meştel Nûrê rizgar bikin û piştre tevahiya navenda bajêr ji terorîstan paqij bikin.
Di vî şerî de, roja 20ê Çileya 2015an, yekem şehîdê Pêşmerge, Zêrevan Ekrem, giyanê xwe pêşkêşî axa Kurdistanê kir û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Dawiya Erk û Vegera Serbilind
Piştî bidawîhatina şer, hêzên Pêşmerge ku weke hêzeke piştevan beşdarî şer bûbûn, çekên xwe diyarî şervanan kirin û bêyî ku ti destêwerdanê di karûbarên siyasî û îdarî yên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê de bikin, bi serbilindî vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Di şerê Kobanê de zêdetirî 2,800 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê beşeke mezin a bajêr jî wêran bû. Piştî rizgarkirinê, roja 1ê Mijdarê weke "Roja Cîhanî ya Kobanê" hat naskirin û li seranserê cîhanê Kurdan ev serkeftin pîroz kir.
