Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) li Dihokê projeya Xeta Stratejîk a Boriyê Gaza Xwezayî ji Hewlêrê bo Dihokê li bajarê Dihokê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Amadebûyîyên hêja, hûn gelek bixêr hatin.

Spas ji bo amadebûna we û êvara we baş be. Pêşî her tiştekî, spas ji Xudê re ku bi dest me ve înaye û ev derfetê daye me ku me pê çê bibe van projeyan bi cih bînin û bixin ber xizmeta xelkê Kurdistanê.

Di cihê xwe de ye ku ez destxsweşiyê li veberhêner, sermayedar, belênder û kesatiyên rêzdar bikim ku tevlî biserxistina projeyê bûne. Berî niha westgeha elektrîkê li vê derê hebû, ku rêzdar kekê Ehmed Îsmaîl ev westgeh çê kiriye, lê mixabin ji ber nebûna gazoîlê an dîzilê pê çê nebûye wekî pêdivî feydeyî jê werbigirin.

Piştî hingê me daxwaza zêdekirina xaza xwezayî kir, ku em bikarin boriya gazê ji Kormorê bo Hewlêrê û heta vê derê danin, da em bikarin vê westgeha elektrîkê bişuxilînin. Me daxwaz ji şîrketa Karê kir ku vî karî ji me re bikin û wan jî xemsarî nekir, di dema sal û nîvekan de ev erk bi cih îna û ev borî dana.

Ev hemî dikevin di çarçoveya bernameya çaksazî û xizmetkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, da em bikarin zêdetir mifayî ji çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê werbigirin û xizmetkariyên baştir pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê bikin.

Berhemînana gazê piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê veberhênaneka zêdetir tê de kirî û piştevaniyeka zêdetir li gel şîrketa Dana Gaz û şîrketên din jî û heta şîrketa Karê kirî, ku berhemê gazê li Kurdistanê zêde bikin, niha berhema gazê gihîştiye du beranberî caran. Ev jî dê alîkariyeka yekcar mezin bike, hem ji aliyê dabînkirina elektrîkê ji bo Herêma Kurdistanê û heta em piştî bikarin Kurdistanê bikin cihek ji bo dabînkirina elektrîkê ji bo hemî Iraqê û deverên derdora jî. Me pê xweş e Kurdistan, ji bilî hindê ku elektrîkê 24 saetî ji xwe re dabîn bike, bikare elektrîkê bide parên din ên Iraqê û deverê jî.

Ji aliyekî din jî ve, ev proje dê zêdetir alîkariyê ji bo jîngeheka pakijtir jî bike ji ber ku berî niha dîzil û gazoîlê bandor li ser pîskirina keşûhewayê hebû bes bi gaza xwezayî bê guman dê mijara pîsbûna keşûhewayê jî heta radeyekê zêdetir çareser bê çarekirin.

Li ser derametê vê mijarê jî, anku ew xerciya ku ji bo gihandina gazê jî tê bikarînan dê gelek kêmtir be, yanî heta li ser welatiyan jî dê kêmtir be.

Me gelek projeyên din jî hene, ji bo hindê ku em bikarin zêdetir gazê ji Herêma Kurdistanê hilberînin. Danana boriyên gazê ji Kormorê bo Çemçemalê jî yek ji bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku ez hêvîdarim ew jî di demeka nêzîk de bi cih bê.

Herêma Kurdistanê bi awayekê giştî di warê hemî çavkaniyên xwezayî de cihekê zengîn e, hem gaz û hem jî petrol û kanza li Herêma Kurdistanê mişe ne. Ev çavkaniyên xwezayî jî samanê hemî xelkê Kurdistanê ye, ne milkê çi kes û partî û aliyên siyasî ye. Divê em bikarin bi baştirîn rê mifayî ji van çavkaniyên xwezayî werbigirin û careka dî bixin di xizmeta welatiyan Kurdistanê de. Çawa petrol li vê derê ji bo hemî bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê tê bikarînan, her cihekê gaz jî lê be, bê guman dê ji bo hemî Herêma Kurdistanê bê ferq û cudahî bê bikarînan.

Mijara projeya Ronakiyê, ku projeya elektrîka 24 saetî ji bo hemî Kurdistanê ye, heta radeyekê baş keftiye karî û niha zêdetirî çar milyon kesan mifayî jê werdigirin û li seranserî Kurdistanê gelek bajar û navendên bajarên me yên mezin elektrîkê 24 saetî heye heta sala bê elektrîka hemî Kurdistanê dê bibe 24 saetî.

Bê guman ev proje, ku projeyeka gelek stratejîk û girîng e, dê ji bo zêdekirina hilberîna elektrîkê û herwesa hêsantirkirina biserxistina projeya elektrîka 24 saetî alîkar be.

Me pê xweş bû ku me karîba ji vê zêdetir jî alîkariya hikûmeta federal bikin lê me pê baş e ku Hikûmeta Federal jî zêdetir alîkariya me bike, da em destê alîkariyê bigihînin cihên ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin û bajarên din jî yên ku nêzî me ne û li paşerojê belkî em bikarin zêdetir Hikûmeta Federal jî bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hin bernameyên din jî hene, ku em li paşerojê mifayî ji enerjiya rojê werbigirin. Wezaretê Elektrîkê bername ji bo hindê hebûne ku heta welatî bi xwe bikarin enerjiya rojê ji bo xwe bi kar bînin. Bername ew e ku em bi rêya bankan qerzan bidin welatiyan û paşî bi hikûmetê re bigihin lihevkirinê û mekanîzmekê bibînin ku ew jî bikeve di xizmeta welatiyan de.

Tevî ku berî niha jî zehmeteka zêde, astengiyên zêde û rêgiriyên zêde ji bo me hatine pêş ku nehêlin ev proje bi ser bikevin bes spas ji bo Xudê û westiyana we hemiyan, me karî van projeyan bi cih bînin wê xewna ku gelek kesan hebû bikin rastî.

Hejî ye ku ez spasiya Wezareta Elektrîkê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û cenabê wezîrî û hemî desteyên wezaretê bikim, ku bi rastî wan jî zehmeteka zêde kêşa ku vê projeyê bikin rastî, herwesa spasiya tîma Ronakiyê jî bikim ku ew jî ji bo biserxistina projeya Ronakiyê berdewam bûne.

Ev proje dê berdewam bin. Hêviya me ew ku em zêdetir bikarin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Careka dî ez destxsweşiyê li Kekê Şêx Baz, Kekê Ehmed Îsmaîl, Kekê Kemal, hemî xûşk û birayan û hemî belênderên ku tevlî biserxistina van projeyan bûn û berdewam bûn dikim. Ez hêvîdar in her serkeftî û saxlem bin. Daxwaza min ji welatiyan jî careka dî ew e ku, jîngehê xwe biparêzin.

Ev proje pareka pakijkirina bayê Kurdistanê ye lê hûn dikarin gelek zêdetir jî alîkariya me bikin, ji çend aliyan ve; elektrîkê bê sedem pûç nekin û bi her awayê hûn dikarin jîngehê biparêzin. Ez hêvîdar im em jî bikarin zêdetir xizmeta we bikin.

Careka dî ez hêviya saxlemiyeka baş ji bo we hemiyan dikim û Kurdistana me bi îzna Xudê dê her avedan be.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment