Faris Mîrxan: Niha li Herêma Kurdistanê 4,200 megawat kehrebe tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Hilberîna Kehrebeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ligel zêdebûna berhemanîna gaza siruştî, dê rêjeya hilberîna kehrebeya niştimanî bi awayekî berbiçav zêde bibe, û da zanîn ku beşeke mezin a vê zêdebûnê dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê ya parêzgeha Dihokê be.

Rêveberê Giştî yê Hilberîna Kehrebeyê Faris Mîrxan îro 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ji bo K24ê ragihand, bi gihîştina gaza siruştî, dê hilberîna kehrebeyê 1,400 megawatên din zêde bibe.

Li gorî gotinên Mîrxan, niha rêjeya hilberîna kehrebeyê çar hezar û 200 megawat e, lê bi vê pêngava nû re, tevahiya hilberînê dê bigihîje pênc hezar û 600 megawatî.

Rêveberê Giştî eşkere kir ku beşeke mezin a vê zêdebûnê ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê ya sînorê parêzgeha Dihokê hatiye veqetandin. 

Herwiha got: "Hezar megawat ji vê kehrebeya zêdekirî ji bo sînorê Dihokê ye. Berê wargeha kehrebeyê ya Dihokê ji ber ku bi gazwaylê (dîzelê) dixebitî û pirsgirêkên wê yên voltajê hebûn, weke pêwîst sûd jê nedihat wergirtin, lê niha bi gihîştina gaza siruştî re, wargeh dê bi tevahî bikeve kar û êdî pirsgirêka kehrebeyê li wê deverê namîne."

Faris Mîrxan herwiha tekez kir ku bikaranîna gaza siruştî ne tenê dê lêçûna hilberînê kêm bike, belkû dê kehrebeyeke bi kalîteyeke bilindtir jî hilberîne.

 

 
Fly Erbil Advertisment