Yasîn Kerîm: Belgeyên zanistî aşkere kirine ku 45 zarok di zikê dayikên xwe de hatine enfalkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya Jenosîda Kurdan Prof. Dr. Yasîn Kerîm tekezî li ser rola zanistê kir ji bo naskirina jenosîda gelê Kurd li cîhanê û mînakeke diltezîn a tawanên hatine kirin anî ziman.
Dr. Yasîn Kerîm îro 28ê Cotmehê di gotara xwe de ragihand: "Em weke zanistê çirayê vê pirsê ronî dikin û em dixwazin ji tevahiya cîhanê re bibêjin ku tawaneke bêhempa li dijî me hatiye kirin."
Aşkere kir jî, li gorî belgeyên zanistî yên bijîşkiya dadwerî, hatiye selmandin ku zêdetirî 182 hezar welatiyên bêsûc bi saxî hatine binaxkirin. Wek mînakeke ku hovîtiya tawanê radixe ber çavan, amaje bi gora komî ya 'Hezer, Cafayetî' kir û got: "Tenê di wê gorê de, 45 zarok dema hatin şehîdkirin di zikê dayikên xwe de bûn, ku temenê wan hemûyan bi wêneyên bizîşkî diyar e."
Dr. Yasîn Kerîm diyar kir, hemû êrîşên li ser gelê Kurd, ji serdema rejîma Beisê bigire heta êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdên Êzidî, Xiristiyan, Kakeyî û hêzên Pêşmerge, armanca wan tinekirina nasnameya gelê Kurd bûye.
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Konferansê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir ji ber piştgirî û rênimayiyên wî yên berdewam di doza gorên komî de. Herwiha spasiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û nivîsgeha Serokatiya Hikûmetê kir ku weke hander û piştgirên sereke yên birêveçûna vî karê zanistî bûne.
