Serok Barzanî: PDKê her ji destpêkê bawerî bi dengê gel hebûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li Dihokê ragihand: “PDKê her ji destpêkê bawerî bi hilbijartinan û dengê gel û welatiyan hebûye û her ji hilbijartinên yekê heta hilbijartinên dawiyê jî her ya yekê bûye; Herwesa hêvî jî kir ku piştî hilbijartinan, rewş baş bibe û bê guhertin û pirsgirêk bên çareserkirin.
Baregayê Barzanî ragihandinek belav kiriye û tê de eşkere kiriye ku, Serok Barzanî îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Dihokê bi hejmareka cemawer û texên civakî yên wî bajarî re civiya.
Baregayê Barzanî herwesa ragihand: “Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û tê de li ser çend mijarên girêdayî rewşa niha û hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê axivî.”
Herwesa got: “Di derheqa hilbijartinên li Kurdistan û Iraqê de, Serok Barzanî amaje da ku li sala 1991ê, di dema serhildanê de, tu kesek li ser hilbijartinan nefikirî û em li ser hilbijartinan axivîn. Tekez jî kir ku, PDKê her ji destpêkê bawerî bi hilbijartinan û dengên gel û welatiyan hebûye û PDK her ji hilbijartinên yekê heta hilbijartinên dawiyê li rêza yekê bûye.”
Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, Serok Barzanî gotiye ku PDKê her tim xwe berpirsiyar dîtiye û qet ji berpirsiyariyê nereviyaye û berpirsiyariya xwe jî nexistiye ser milên tu kesekî. Berevajî wê yekê, PDKê berpirsiyariya xelkê din jî hilgirtiye.
Li gorî wê ragihandinê, Serok Barzanî hêvî jî kir ku piştî hilbijartinan, rewş baş bibe û guhertin bên kirin û pirsgirêk bên çareserkirin. Herwesa Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê jî kir, ji ber xweragiriya wan a li dijî hemî planan û neşandina mûçeyan û îspatkirina wan ku ew ji bo tu tiştekî serê xwe naçemînin.
Di pareka din a wê civînê de, Serok Barzanî behsa destûra Iraqê kir û ragihand: “Ger ew destûr wekî xwe bê bicîhanîn, gelek pirsgirêk dê bên çareserkirin.”
Serok Barzanî li ser mijara hilbijartinan jî tekez kir: “Her gereka hilbijartinan girîngiya xwe heye û divê em vê carê jî hêz û meziniya PDKê nîşanî hemiyan bidin. Her kesê ku xwedî wijdan be jî, dizane kî berpirsiyarê parastina Kurdistanê ye û dizane ku ew xizmeta di warên avedankirin, perwerde, tenduristî, xizmetkarî, ewlehî, tenahî, aborî, vejandin, pêşxistina jêrxaneya Kurdistanê, projeyên stratejîk û pêşxistina sektora rêyan û geştiyariyê de hatiye kirin PDKê kiriye, ku ev jî bi hêsanî nehatiye bidestxistin.”
Serok Barzanî herwesa behsa parastina avê û girîngiya projeyên bendav û pondan jî kir, ku ji bo paşeroja Kurdistanê di warê avê de pir girîng in û xelk dê li paşerojê bizane ka çi karekê mezin hatiye kirin.
Baregayê Barzanî eşkere jî kiriye ku, çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê jî mijareka din a gotara Serok Barzanî bû û di vî warî de jî tekez li ser serbilindiya bi vê çanda mezin a Kurdistanê û zêdetir çespandin û berdewamkirina bingehên pêkvejiyanê kir.
Serok Barzanîyê herwesa di derheqa avakirina hikûmeta nû de jî behsa berdewamiya bizavên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li gorî encamên hilbijartinan kir, û hêvî kir ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de bê avakirin.
Serok Barzanî daxwaz jî kir ku, kampanyaya hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê bi awayekî aştiyane û bi tenahî û êminî û li dûrî tundûtîjiyê bê meşandin.
