HSD tometên Şamê red dike: Me êrîş nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê yên derbarê armanckirina xaleke leşkerî ya li nêzî Bendava Tişrînê bi tundî red dike û dibêje, kuştina du leşkerên hikûmeta Şamê ne bi êrîşeke hêzên wan, lê di encama teqîna mayînan de pêk hatiye.

HSD: Agahî ne rast in û ti têkiliya me bi bûyerê re nîne

Navenda Ragihandinê ya HSDê şeva borî 29ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, agahiyên ji aliyê ajansa SANA ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ve hatine weşandin, bêbingeh in.

HSDê di daxuyaniya xwe de got: "Em bi awayekî eşkere tekez dikin ku ev agahiyên hatine belavkirin ne rast in û hêzên me li herêma nêzî Bendava Tişrînê ti çalakiyeke armanckirinê pêk neanîne."

Derbarê sedema bûyerê de jî HSDê da zanîn: "Li gorî daneyên meydanî yên di destê me de, bûyer di encama teqîna mayînan de li derdora xala leşkerî ya hikûmeta Şamê qewimiye û ti têkiliya hêzên me pê re nîne."

HSDê di dawiyê de tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi prensîba kêmkirina aloziyê û parastina aramiyê li herêmên temasê kir û bang li dezgehên ragihandinê kir ku nûçeyên nerast ên ku dibin sedema aloziyê belav nekin.

Tometbariya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê

Berî daxuyaniya HSDê, Rêveberiya Ragihandin û Têkiliyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, bi rêya ajansa fermî SANAyê, HSD bi êrîşê tometbar kiribû. Di daxuyaniya Şamê de hatibû îdiakirin ku "hêzên HSDê bi mûşekeke arastekirî êrîşî yek ji xalên Artêşa Sûriyeyê ya li derdora Bendava Tişrînê kiriye."

Li gorî heman çavkaniyê, di encama vê êrîşa îdiakirî de "du leşkeran canê xwe jidest dane û leşkerekî sêyem jî bi giranî birîndar bûye." Wezaretê herwiha amaje bi wê kir jî ku HSD bi van kiryaran hemû lihevkirin û peymanên berê binpê dike.

Li Efrînê xwepêşandanên nîjadperest

Li aliyekî din, piştî kuştina wan du leşkerên girêdayî "Wezareta Berevaniyê", li bajarê Efrînê komên ji niştecîkiriyên Ereb û Tirkmen derketin xwepêşandanê. 

Li gorî çalakvanên Efrînê, xwepêşanderan dirûşmên nîjadperest li dijî Kurdan avêtin û bi awayekî bêserûber gule ber bi asman ve teqandin, ku ev yek bû sedema tirs û xofê di nava xelkê sivîl de.

 
 
Fly Erbil Advertisment