Guhdar Şêxo: Kurdistan24 weke helgirê peyama rastiyê tê naskirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Şêxo di peyama xwe de destnîşan kir ku Kurdistan24 weke "kanaleke helgirê peyama rastiyê û xizmetkirina welatiyan" tê naskirin û rola wê ya di dema şerê DAIŞê de bilind nirxand.
Serperiştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 31ê Cotmehê di peyama xwe de ragihand, “Ez pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû karmend û kadroyên serkeftî û kedkar ên dezgeha Kurdistan24 dikim.”
Guhdar Şêxo di peyama xwe de got: "Kurdistan24 di demek guncaw de dest bi weşana xwe kir, ku ew dem dema şerê li dijî DAIŞê bû. Mil bi milê Pêşmergeyên qehreman, weke medyayeke jêhatî, pîşeyî û niştimanperwer, karîbû li seranserê cîhanê roleke mezin bilîze."
Serperiştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê amaje bi wê yekê jî kir ku "Kurdistan24 weke kanaleke helgirê peyama rastiyê û xizmetkirina welatiyên Kurdistanê tê naskirin." Ji ber vê yekê, bi vê boneyê hêviya serkeftineke mezintir di karên wê de xwest.
