Serok Barzanî: Xelkê Zaxoyê hêjayî van xizmetan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Cotmehê serdana Bazara Kevin a Zaxoyê kir û li wir serdana Qişleya Zaxoyê ya Kevin û Korneyîşa Zaxoyê jî kir.

Baregeha Barzanî ragihand, dîroka Qişleya Zaxoyê vedigere berî hezar û 120 salan. Ev cih di dema rejîma berê de ji bo eşkencekirin û azarandina welatiyên sivîl dihat bikaranîn. Lê niha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qişleya Zaxoyê ya Kevin bi şêwazeke kulturî nûjen kiriye û bûye cihekî geştyarî ku bi hezaran kes serdana wê dikin.

Di vê serdanê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bedewî û avedaniya Zaxoyê re anî ziman û destnîşan kir ku "xelkê Zaxoyê hêjayî van xizmetan e ku ji bo wan hatine kirin."

Li gorî daxuyaniyê, piştre Serok Barzanî serdana Gundê Spî kir û ji bilindahiyan dîmena Zaxoyê dît. Herwiha çavê wî bi hejmarek welatiyan ket ku serdana Zaxoyê kiribûn û bi beşek ji welatiyan re wêne girt.

 

 
Fly Erbil Advertisment