Serokê Kongreya Ciwanên Kurd: Kurdistan24 bi pîşeyî dengê Kurdistanê digihîne cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Kongreya Ciwanên Kurd Felah Hesen bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Hesen di peyama xwe ya ku bi zimanê Îngilîzî nivîsandiye de, destnîşan kir ku Kurdistan24 di deh salên borî de roleke pîşeyî û berpirsiyarane lîstiye û bûye çavkaniya îlhama nifşê nû.
Felah Hesen îro 31ê Cotmehê di peyama xwe de da zanîn, Kurdistan24 di dehsala borî de "roleke çalak di gihandina rastiyan de lîstiye û bi awayekî pîşeyî dengê Herêma Kurdistanê gihandiye tevahiya cîhanê."
Herwiha nivîsand: "Pabendbûna Kurdistan24ê bi pîvanên rojnamegeriya pîşeyî û berpirsiyarane, bûye sedema bihêzkirina civakê û nifşê nû û di heman demê de ji bo serkirdeyên ciwan jî bûye çavkaniya îlhamekê."
Felah Hesen di berdewamiya peyama xwe de dibêje: "Weke Serokê Kongreya Ciwanên Kurd li derveyî welat, ez qedrê hewl û keda kanala we digirim ji ber piştgiriya wê ya ji bo şefafiyetê, nirxên demokratîk û belavkirina hişmendiya niştimanî. Herwiha ez bi kelecan im ku serkeftinên we yên berdewam di salên pêş de bibînim."
Di dawiya peyama xwe de, Hesen hêviyên xwe anî ziman û got: "Hêviya min ew e ku Kurdistan24 salên zêdetir di geşbûnê de be û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gelê me bike."
