Serok Barzanî beşdarî şîna hevjîna Şehîd Hemîd Hefzullah Sindî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya hevjîna şehîd Hemîd Hefzullah pêşkêş kir û beşdarî merasîma behiyê bû

Serok Mesûd Barzanî îro 31'ê Cotmehê li Zaxoyê beşdarî merasîma behiya hevjîna fermandar û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, şehîd Hemîd Hefzullah bû û herwiha hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Sebriye Ma'rûf anî ziman.

Baregeha Barzanî belav kir, hevjîna rehmetî şehîd Hemîd Hefzullah, roleke berçav di alîkariya Pêşmergeyan de, di dema şoreşê de lîstiye û çendîn caran awareyî Îran û Tirkiyeyê bûye û ji malbateke xwedî şehîdan bû.

Herwiha hat diyarkirin ku Sebriye Ma'rûf di temenê 77 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

 
Fly Erbil Advertisment