Siyasetmedar û zanyarên olî: Kurdistan24 'Çavkaniya Baweriyê' û 'Dengê Niştiman' e

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24, berpirsên payebilind ên hikumî û hizbî, zanyarên ayînî û kesayetiyên civakî peyamên pîrozbahiyê belav kirin. Di peyamên xwe de, wan tekezî li ser rola Kurdistan24 weke çavkaniyeke pêbawer, dengekî niştimanî yê berpirsiyar û platformeke pîşeyî ya ku berjewendiyên Kurdistanê diparêze, kirin.

Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq pesnê rola dezgehê da û got, "Kurdistan24 weke televîzyona dewletê tevgeriyaye û berjewendiya Kurdistanê xistiye pêşiya her tiştî." 

Herwiha Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Dihokê ya PDKê Serbest Lezgîn jî diyar kir ku Kurdistan24 "di nava 10 salên borî de karîbû bibe çavkaniya baweriyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê."

Ji aliyê hikumetê ve, Cutyar Adil, Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyê, hêvî xwest ku Kurdistan24 "li ser peyam û bernameya xwe ya niştimanî û pîşeyî û kûrkirina lihevkirin û pêkvejiyanê li Kurdistanê berdewam be." 

Herwiha Dr. Dîndar Zêbarî, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî, Kurdistan24 weke "werçerxaneke nû di karê medyayî de li Herêma Kurdistanê" bi nav kir.

"Kanala Hemû Welatiyan e"

Serokê Yekîtiya Zanyarên Ayînî yên Îslamî ya Kurdistanê Dr. Mela Ebdulla Weysî ragihand, Kurdistan24 selmandiye ku "kanala hemû welatiyan e" û di warê ayînî de girîngî daye "peyama navendrewiyê, biratiyê, pêkvejiyanê û qebûlkirina hevdu." Herwiha got: "Em bi şanazî dibêjin ku Kurdistan24 kanala her takekesekî Kurd e."

Pîşeyîbûn û Pêşniyarên ji bo Pêşerojê

Endama Komîteya Navendî ya PDKê Çinar Se'd Ebdulla bal kişand ser aliyê pîşeyî yê kanalê û got: "Ev kanal ji aliyê hunerî, zelaliya ekranê û kalîteya bernameyan ve kanaleke girîng û profesyonel e." Çinar Se'd herwiha pêşniyar kir ku divê kanal girîngiyeke zêdetir bide peyama jinan da ku ew karibin xwe di bernameyan de bibînin. 

Çinar Se'd Ebdulla pesnê bernameyên taybet ên ciwanan jî da û hêvî kir ku di pêşerojê de zêdetir xizmeta malbatê û nirxên çanda Kurdewarî bike. 

Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24 di 31ê Cotmeha 2015an de bi armanca guhertina dîmena medyayî li Kurdistanê dest bi weşanê kir. Bi pabendbûna bi "bêalîbûn, lez û rastiyê", Kurdistan24 bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî, bi rêya tora xwe ya berfireh a peyamnêran, bûyerên Kurdistan û cîhanê ji raya giştî re vediguhêze.

 
Fly Erbil Advertisment