Kendal Nezan: Hêvîdar im Kurdistan24 herdem serkeftî û pêşketî be

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, pîrozbahî li kanalê kir û tekezî li ser rola medyaya azad a "yekcar girîng" ji bo nasandina nasname û gelê Kurd li cîhanê kir.

Di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24 re, Kendal Nezan hêviyên xwe ji bo pêşeroja kanalê anî ziman û got: "Hêviya min ew e ku [Kurdistan24] her 100 sal berdewam be û bibe dezgeheke gelek serkeftî ku xelk li seranserê Kurdistanê lê temaşe bike."

Nezan bal kişand ser girîngiya medyayê û wiha domand: "Rola medyayê, rola medyayê yekcar girîng e; bo nasandina nasnameya Kurdî, bo nasandina gelê Kurd, û ji bo geşepêdana hemû miletan, medyaya azad roleke gelek girîng dilîze."

Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hêviya xwe ya berdewamiya pêşketinê anî ziman û got: "Hêvîdar im Kurdistan24 sal bi sal baştir bibe û bi bernameyên xweştir karibe xizmeta gelê Kurd bike. Pîroz be."

Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24, di 31ê Cotmeha 2015an de dest bi weşana xwe ya fermî kir. Ev dezgeh, ku navenda wê ya sereke li Hewlêrê ye, bi armanca guhertina dîmena medyayî li Kurdistanê hatiye damezrandin.

Kurdistan24 weke "dezgeheke niştimanî ya medyayî" xwe dide nasîn û tekezî li ser pîvanên "bêalîbûn, lez û rastiyê" di karên xwe de dike. Armanca wê ya sereke geşepêdana qada medyayê û herwiha belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê û dadperweriyê ye.

Dezgeh bi gelek zimanan, di nav de Kurdî (Kurmancî û Soranî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî, bi rêya platformên xwe yên curbecur ên weke televîzyon, radyo, malper û sepana mobîlê, bi tora xwe ya berfireh a peyamnêran bûyerên Kurdistan û cîhanê digihîne raya giştî.

 

 

Fly Erbil Advertisment